Jinên Şirnaxê li hemberî çêkirina santralan banga çalakiyan kirin
10:47
Bêrîtan Elyakut - Melek Yuksel / JINHA
ŞERNEX – Li Şirnexê bendav û santralên termîkê bi qasî xirakirina xwezayî jiyana mirovan jî dixe telokeyê. Jinên Şirnexê bertek nîşanî çêkirina bendav û santralên tên çêkirin dan û bang li hemû gel ji 7 heta 70 salî kir ku li hemberî çêkirina wan derkeve û gotin: “Emê li hember bendav û santralên ku dewlet li bajarê me çêdikin tekoşîna xwe berdewam bikin. Em desturê nadin me û xwezaya me tune bikin.”
Her ku diçe li Şirnexê bertekên gel yên li hemberî çêkirina bendav û santralan mezin dibe. Li gel wêrankirina xwezayê çêkirina bendav û santralan jiyana mirovan jî dixe metirsiyê. Girêdayî sentrala termîkê ya ku ber qedandinêye welatiyê bi navê Umran Yigit nêrînên xwe wiha anî ziman: “Her çiqasî van hemûyan bi navê enerjiyê dike, lê di heman demê de xwezayê wêran dike û jiyana mirovan jî dixe metirsiyê. Dengeya ekolojîk û xwezaya me xira dike.”
‘Bi çêkirina santralan wêran kirina xwezaya Kurdistanê armanc kirine’
Umran diyar kir ku Santral û bendav di aliyê fîzîkî û biyolojî de ziyanek mezin dide xwezayê û jiyana mirovan, dibe sedema gelek zarok seqet bên cîhanê û wiha got: “Di heman demê de santralên termîkê wêrankirina erdnîgariya Kurdistanê armanc kiriye. Erdnîgariya Rojhilata Navîn ya k udi gelek aliyan de dewlemende dibe mexdurê gelek polîtîkayên qirêj. Divê hemû mirovên xwedî wijdan li hemberî van kirinan bêdeng nemînin. Divê hemû gelê me di vê mijarê de baldar nêzbibin û li hemberî van kirinan çalakiyên cihêreng pêşbixin.” Welatiya bi navê Zîlan Demir jî diyar kir ku ew çêkirina van bendav û santralan naxwazin û got: “Divê gelê me li hemberî çêkirina santralan bi baldarî tevbigerin û bertekên xwe nîşan bidin. Ji bo rawestandina çêkirian santralan emê tekoşîna xwe berdewam bikin.”
‘Emê desturê nedin çêkirina santralên termikê’
Suzan Yaman jî li hemberî çêkirina santralan bertekên xwe wiha anî ziman: “Em başdizanin ku çêkirina santralan alîkariyê dide çêkirina qereqolan û dewletê ji ber wê jî em li dijî çêkirina wanin. Ji ber em dizanin xwezaya me derdora me tune dike. Av û hewaya Şirnexê gelek xweşe lê bi çêkirina bendav û santralan ev xweşiya av hewayê namîne.”
‘Ev polîtîkayek dewlet bi zanebûn dike’
Suzan bang li şirketên çêkirina bendav û santralan yên weke Acar û Geliş dike û wiha dibêje: “Ez bang li hemû gel û tayîbetî jî li ciwanan dikim bil ali hemberî bendav û santralên ku dewlet li bajarên me çêdike tekoşînê bilind bikin. Divê neyê ji bîr kirin ev polîtîkayek dewlet bi zanebûn dike.”
(zt)

