Dadgehê temenê mexdura tecawîzê mezin kir û bersuc tahiliye kir

12:21

JINHA


STANBOL – Di doza tecawîzê ya keçika 14 salî de li gel belgeyên welidandinê, qeyîda wê ya nifusê û testa wê ya hestiyan jî temenê wê mezin kirin û bersuc serbest berdan.


Di sala 2012’an de li Tokatê zaroka keç ya bi navê D. K ji aliyê hevalê xwe yê mêr T. O ku 9 salan ji wê mezintir ve rastî îstismara zayendî hatibû. Doza ku ji aliyê malbata D. K ve hatibû despêkirin dadgehê biryarek balkêş girt. Bersuc dema derket dadgehê gotinên weke wî dizanî ku D. K “18 saliye” bikar anî. Li gel belgeyên welidandinê, qeyîda wê ya nifusê û testa wê ya hestiyan jî cardin dadgehê bi hincetên weke “Ji derve di aliyê fîzîkî de mezin dixwiyê” tecawîzcî serbest berda.


Girêdayî biryara hatî girtin parêzerê D. K Şerif Ozgur got: “Dadgeh tenê ji bo serbestberdana bersuc temenê keçika 14 salî mezin kir, wê demê ew jî hevkarê wî suciye.”


 (zt)