Li Efrînê Kafeteryaya jinan ya Nêrgiz hat vekirin
14:21
JINHA
EFRÎN- Rêxistina Yekîtiya Star a Herêma Xweser a Efrînê yekem kafîteryayeke taybet ji bo jinan bi navê “Nêrgiz” li Efrînê vekir. Duh di vekirina kafeteryayê de şahiyek hat amadekirin û di şahiyê de bi sedan jin amadebûn. Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Stra Hêvîn Hisên got: “Ciwanên Kurd li eniyên şer efsaneyên dîrokî bi xwîna xwe dinivîsin û destkeftiyên Rojava diparêzin, jin di aliyê aborî de jî xwe pêşve dixe û birêve dibe.”
Di çarçoveya piştgiriya Rêxistina Yekîtiya Stra di aliyê abor yê de ji bo jinan li bajarê Efrînê kafeteryayek hat vekirin. Duh li bajarê Efrînê yekem kafîteryayeke taybet ji bo jinan bi navê “Nêrgiz” bi şahiyekê despêkir û di şahiyê de bi sedan jin amadebûn. Şahî bi vekirina deriyê kafîteryarê ji aliyê dayîka têkoşer Zagros Çarçêla ve dest pê kir. Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Stra Hêvîn Hisên axivî û vekirina kafîteryayê li hemû jinan pîroz kir.
‘Ciwanên Kurd li eniyên şer efsaneyên dîrokî bi xwîna xwe dinivîsin’
Hêvîn Hisên got: “Ciwanên Kurd li eniyên şer efsaneyên dîrokî bi xwîna xwe dinivîsin û destkeftiyên Rojava diparêzin, jin di aliyê aborî de jî xwe pêşve dixe û birêve dibe.”
‘Emê bi hemû hêza xwe pişgiriya van projeyan bikin’
Her wiha Wezîra Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Nûrşan Hisên di şahiyê de axivî û got ku vekirina kafîteryaya Nêrgiz gaveke erênî di pêşxistina aboriya jinan de ye û wiha got: “Em bi hêvî ne projeyên bi vî rengî li herêmê bêne zêde kirin û em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya van projeyan bikin.”
Di dawiya şahiyê de hin dîmenên hunerî ji aliyê Koma Zarokan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya herêmê ve hatin pêşandan. Şahî bi durişmeyên dilsoziya bi têkoşerên jin re bi dawî bû.
(zt)

