Ji girtîgehê darbestekdinjî derket
15:14
Tîrmeh
9
/ 2014
JINHA
SILIVRI - Girtiyê bi navê Ferhat Dîrî ku nexweşiya verem ket di Girtîgeha Hejmar 6 ya Sîlîvriyê de dima jiyana xwe ji destda. Hat ragihandin ku Ferhat li kowuşê aciz bûye û tu mudaxale nehatiye kirin.
8 meh in girtiyê edlî Ferhat Dîrî bi nexweşiya verem ketiye û duh serê sibê di Girtîgeha Hejmar 6 ya Sîlîvriyê de jiyana xwe ji dest da. Ferhat salek û 6 meh in di girtîgehê de dimîne, di kowuşa xwe de aciz bûye û bêyî ku mudaxale bikin di odeya muşhadeyê de jiyana xwe ji dest da. Dê cenazeyê Ferhat bîbin Wanê, piştî wecîbeyên olî li Goristana Yenîmahalle defin bikirin.
(zt)
