'Têkoşîna azadiyê bilind bikin'

16:36

JINHA


AGIRΖ Li Bazîdê 8’ê Adarê îro hat pîrozkirin. Jinên Bazîdê bi cilên xwe yên rengin daketin qadan û peyamên xwe yê azadî û aştiyê anîn ziman. Şaredara Bazîdê, destnîşan kir ku jin hêza guhertinê ye û jin dê wekî her car bi reng û nasnama xwe têkoşîna xwe bilind bikin.  


Bi pêşengiya hevbeşên Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) li Bazîdê 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Mîtînga 8’ê Adarê bi dirûşma “Ji Rosayan heta Sakîneyan Soza we soza me ye, rêya we rêya me ye" pêk hatî bi meşê dest pê kir. Jinên bazîdê bi cilên xwe yê kurdewarî qada mîtîngê xemilandin.


Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Hevseroka BDP’a Bazîdê Fatma Okçu, seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker, nûnerên saziyên sivîl, endamên meclîsê yên şaredariyê û bi sedan jin tevli mîtîngê bûn. Fatma di axaftina xwe de bal kişand ser keda ku bi salan tê dayîn û wiha got: “Bi saya keda ku bi salan hatî dayîn em li vir in. Meha adarê meheke berxwedanê ye.”


Şaredar Canan, diyar kir ku hêza jinê heye ku civakê biguherîne û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Emê wekî salên din bi nasname û renge xwe têkoşîna jinê bilind bikin. Seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker ji di mîtîngê de wiha axivî: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 sal in dibin tecrîdê de berxwedaneke mezin dide. Em jinên ku bi sala ne têkoşîn didin silav dikin.”


Wêne - Ozlem Arici


(la)