‘Em ê doza komkujiya Roboskiyê bibin AYM'ê’

15:23

JINHA


AMED  - Meclîsa Parêzerên herêmê da zanîn ku, wek hiqûqnas ji bo berdana girtiyên nexweş ew dê bi awayek çalak bixebitin û li pêşberî biryara devjêberdana şopandinê ya doza komkujiya Roboskiyê jî wê serî li AYM'ê bidin. 

Meclîsa Parêzerên herêmê encamnameya civîna ku di 5'ê tîrmehê de pêk anîbûn bi awayekî nivîskî parve kir. Di civînê de mijara "Li pêşberî gelê Kurdistanê bi destê dewletê binpêkirina mafan û li pêşberî van binpêkirina têkoşînek çawa" hat nîqaşkirin. Di civînê de hat diyarkirin ku xebatên Meclîsa Parêzerên herêmê yên heya îro bi kêmanî hatine kirin û meclîsê rexnedariya xwe diyar kir. Di civînê de avakirina Meclîsa Parêzerên herêmê hat slav kirin û ji bo xebatên serkeftî wê li hemû herêmên Kurdistanê rêxistinkirinek demokratîk pêk bînin. Di civînê de rewşa girtiyên nexweş hat nirxandin û hate destnîşan kirin ku ji bo berdana girtiyên nexweş yên giran divê meclîs wê peywirê bistîne ser milê xwe û bixebite. Dîsa di civînê de hat diyarkirin ku hemû hiqûqnas wê li pêşberî binpêkirina mafan bixebitin û ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin wê hewl bidin ku ev pirsgirêk bikeve rojeva devletê de.

‘Em ê komkujiya Roboskiyê bibin AYM'ê’

Ji aliyê din ve doza komkujiya 28'ê Berfanbara 2011'an a li Roboskiyê ji hêla TSK'ê pêk hatî û gelek jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dayî biryara devjêberdana şopandinê hatiye dayîn. Hiqûqnasan diyar kir ku ew dê doza komkujiya Roboskiyê bibin AYM'ê.Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku,"Ji bo xwedî lêderketina dozê roja 18'yê Tîrmeha 2014'an em ê serî li AYM'ê bidin û em bang dikin ku hemû parêzer û saziyên hiqûqê tevlî vê xebata me bibin"
'zagona çareseriyê'


Li ser 'zagona çareseriyê' ya ku bikeve zagonê de hat gotin ku,ev zagon ji bo detpêka çareseriya pirsgirêka Kurd deriyê heviyê vedike û divê bi vê zagonê ve girêdayî pêdivî pê heye ku ev qanûn bên rêkupêkirin.Di daxuyaniyê de li ser 'Zagona Çareseriyê' ev gotin hatin parvekirin: “Bi 'Zagona Çareseriyê' gava yekemîn hatibe avêtin jî,ji bo ku di dapeşroja jiyana gelên Kurdistan û Tirkiyê de aştî û aramî were avakirin bêguman divê hevdîtinên di navbera Birêz Abdullah Ocalan û hukumetê de êdî bi awayekî qanûnî û di şert û mercên wek hev de pêk bên.”

Meclîsê da diyarkirin ku civîna din dê 13 Îlon'a 2014'an li Mêrdînê pêkbê.


(zt)