Li Heran ê Gundê Ekolojik yê Jinan tê avakirin

09:20

Zehra DOGAN/JINHA


AMED – Li Heranê jênê ku şidet û dahata wan ya madî nîne, dê di Gundê Ekolojîk yê Jinan de çanda qiraliçeyên dema Neolitikê vegerînin. Jin dê di malên pirketên ji heriyê hatîn çêkirin de bijîn, din ava zeviyan de bixebitin û berhemên xwe yên xwezayî nîşan bidin. Koordinatora Projeya Gundê Ekolojik yê Jinan û Şêwirmenda Hunerê Kamer Batioglu got: “Jinên ku li gel zarokên xwe li wê jiyan bikin; li aliyekê pîşeyekê bi dest dixin, li aliyê dinê jî hilberîna axê û çandiniyê dê bikin.”     


Li navçeya Heranê ya Rihayê jin dê şidetê û alîkariya xizmên xwe ya madî nebînin. Jin êdî ne “Di bînayên qedexe de/di Gundê Ekolojik yê Jinan de” tên parastin. Rojnamevan – nivîskar Husnu Yucel destdaye pênûsê û ji jiyana nava bînayên qedexe de ketiye rê ber bi projeya Gundê Jinan yê Ekolojik ve, Şaredariya Heranê, Ferdresyona Komeleya Jinên Tirkiyê, Komeleya Parastina Mafê Jinan li gel piştevaniya Zanîngeha Yeni Yuzyil ê romanek nivisiye. Girêdayî jiyan û xebata Gundê Ekolojik yê Jinan Koordinatora Projeya Gundê Ekolojik yê Jinan û Şêwirmenda Hunerê Kamer Batioglu wiha got: “Tayîbetiya herî giring ya projeyê jinên pêdiviya wan pêheye dikarin salek yan jî salek û nîvê li gel zarokên xwe li wê bimînin. Din ava vê demê de dikarin di aliyê pîşe de pêş bikevin û di aliyê jiyana xwe ya aborî de xwe li ser lingê xwe bigirin.”


‘Dê ser navendek 10 hezar metre bê avakirin’


Kamer diyar kir ku dê Gundê Ekolojik yê Jinan bibe cihek cida yê sitargeha jinan û wiha domand: “Dê Gundê Ekolojik yê Jinan ser 10 hezar metre bê avakirin. Gund projeyek ya di tevahî cîhanê û Tirkiyê de nimûne bûnê daye pêşiya xwe.”


‘Dê perwerda pîşeyî bê dayîna jinan’


Kamer da zanîn ku dê di Gundê Ekolojik yê Jinan de jin perwerdeya pîşeyî jî bibînin û wiha berdewam kir: “Emê perwerdeya pîşeyî bibin jinan û wan di aliyê jiyana aborî de bihêz bikin. Dê jin li aiyekê bibin xwedî pîşe, li aliyê dinê jî berhemên xwezayî hilberînin. Li gel van jî em difikirin ku di aliyê derûnî, xizmetên civakî û çandê de jî perwerde bidin.” Kamer anî ziman ku dê navendên ji bo pêşkêşkirina berhemên wan jî bên vekirin û wiha pêde çu: “Dê li gund her sal jin festîfalê li darbixin. Dê di hinek demên diyarkirî de konferans, senpozyom û komxebat bên li darxistin.”


Dê li gund ‘Muzeya Şerma Jinan’ bê vekirin  


Kamer wiha axivî: “Dê xebatên li Gundê Ekolojik yê Jinan tenê bi van xebatan re sînor nemîne. Her wiha dê li gund Navenda Nudaxeleyê ya Acîl bê avakirin. Jinên nexdurê tecawîzê yên di pêvajoyên giran re derbasbûyîn, dê serî li saziyên peyîwendîdar bidin û dubare dubare wan bûyeran vebêjin. Ji bo wan jinan di aliyê derunî û zagonî de tuşta pêwîst dê bê kirin. Li gel van jî dê li gund Muzeya Şerma Jinan bê vekirin.”


‘Me li heranê herêma pîlot hilbijart’


Kamer got: “Me li Heranê ji bo Gundê Ekolojik yê Jinan herêma pîlot hilbijart. Di aliyê hişmendiya jinan ya ekolojîk de ez difikirim ku ev proje lig elek cihên dinê jî bikeve meryetê. Ji bo wê jî hewildanên me hene. Bi tayîbetî ji bo jinên şidetê dibînin û bi navê kevneşopiyan tên girin divê ewlehiyek pir baş bê nîşandan. Ji ber li Tirkiyê mixabin ev cihên wiha veşartî namîne. Ez difikirim ji bo jinan ya herî bi ewle gund ji derveyî welat çêkirine.”


‘Gelek kar dikeve ser milê medyayê’


Kamer ji bo jin hemû projeyê bibihîsin û xwe bigihîninê divê xebatên baş bên kirin û wiha got: “Divê li her derê hemû jin bi vê projeyê bihesin. Ji ber wê jî karek giring dikeve ser milê medyayê. Em bi derveyî welat re din ava peyîwendiyan denin. Weke mînak em bi welatên weke Elmanya, Fransa, Îsveç û Îngîltere re em ji komeleyên jinan piştevaniyên baş digirin. Divê hemû jin ji vê projeya me ya Gundê Ekolojik yê Jinan sudê bigirin.”


 (zt)