Çalakiya dayîkan di roja 23’emîn de berdewam dike
09:24
JINHA
AMED- Dayîkên zarokên wan tevlî nava refên PKK’ê bûne û di girtîgehan denin li Parka Bîrdariyê dest bi çalakiya runiştinê kirine. Çalakiya dayîkan di roja 23’emîn de berdewam dike. Dayîkan gotin: "Li vêderê çalakiya me bê dem dê berdwam bike heta ku dewlet ji bo aştiyê gavên şînber bavêje."
Dayîkên zarokên wan tevlî nava refên PKK’ê bûne û di girtîgehan denin li Parka Bîrdariyê dest bi çalakiya runiştinê kirine. Çalakiya dayîkan di roja 23’emîn de berdewam dike. Dayikan anîn ziman ku sedema rûniştina wan ew e daxwazên wan yên wekî aştiyek mayinde pêk bê, zarokên wan ji girtîgehan derkevin û bi teyîbetî jî serbestberdana girtiyên nexweşe. Dayika bi navê Yildiz Damla ya k udi çalakiyê dene destnîşan kir hezar û 600 zarokên ku temenê wan navbera 15-18’an de di girtîgehên hikûmeta AKP’ê de ne. Yildiz derbirî heger hikumeta AKP’ê dixwaze gavan bavêje divê despêkê weke gava yekem wan zarokan serbest berde.
‘Zarokên me rêka rastiyê dîtin û şopandin’
dayika çalakger di axaftina xwe de bang li dayikên ku zarokên wan di girtîgehan de ne kir ku ew jî bi tevahî tevlî vê çalakiyê bibin û got: “ Hat gotin ku PKK'ê zarokên me bi zorê birine lê rastî ne eve. Zarokên me rêka rastiyê dîtin û şopandin. Ew zoriya kul i ser met ê kirin zarokên me ne pejirandin ji ber wê derketin çiyan. Em îro ji vir bi dengê bilind dibêjin em bi zarokên xwe re ne ta ku em û wan bi hev re bighêjin armancên xwe û bi hev re bi azadiya Serokê xwe dilşad bibin. Dîsa banga min ji hemû dayikên ku zarokên wan di girtîgehan de ne bila ew jî hemû werin tevlî çalakiya rûniştinê bibin. Ji bo em bi hev re ji bo gihiştina zarokên xwe biqêrin.”
(şh/zt)

