Dê KCD bi sazumaniya jinan ji nû ve bê avakirin

10:47

JINHA


AMED – Dê di çarçoveya sazumaniya pêvajoyê de di 15’ê Tîrmehê de Meclisa Jinên KCK’ê 3’emîn Hevdîtinan Jinan pêkbînin. Endama Meclisa Jinên KCK’ê Songul Morsumbul ji bo beşdarbûnê bang li hemû jinan kir û got: “Bi tevlîbûna hemû jinên derdorê emê di hevdîtinê de ji bo avakirina netewa demokratîk ramanan pêşbixin. Ji bo em pêşerojek azad avabikin, emê di derbarê wê de fikir bigirin. Emê ji bo Kurdistanek ji nû ve bê avakirin nirxandin û pêşniyaran bikin.”


Dê 15’ê Tîrmehê roja sêşemê saet di 10.00’an de Meclis Jinên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 3’emîn Hevdîtina Jinan li darbixin. Dê jin ji bo baştir beşdarbûna pêvajoyê nirxandinan bikin. Dê Hevdîtina jinan li Salona KCD’ê bê li darxistin. Dê di hevdîtinê de nirxandinên girêdayî di nava 8 komusyonên bingehîn de rola jinan û hevgirtina wan ya li gel xebatên dinê yên jinan bên nirxandin. Endama Meclisa Jinên KCK’ê Songul Morsumbul ji bo lidarxistina 3’emîn Hevdîtina Jinan wiha got: “Îro em dibînin bi destê jinên KCD’ê jinên hêza azadiya civakê diyar dikin tên bahev. Em dixwazin jinên ji hamû fikirên cuda beşdarî vê hevdîtinê bibin û em bi hever nirxandinan bigirin û ji bo pêvajoyek bi tendurist em pêşniyaran pêşbixin.”


‘Bang lig elek partiyên sivîl hat kirin’     


Songul anî ziman ku ev bi salane jinên kurd têkoşînê didin û wiha domand: “Em hedef dikin li hemû aliyên Kurdistanê bi destê jinan xebatan pêşbixin. Ji bo birastî jî jin di  vana liyan de pêşengiyê bikin em bang li partiyên siyasiyên weke KDP, OZP, Hak-Par û DDKD dikin bila beşdarî nava xebatên me bibin.”


‘Emê bi gelek partiyên jinan re bên bahe’


Songul ji bo fikiri û baweriyên cuda beşdarî hevdîtinê bibe bang li Însiyatiga Azadî, Vegera li Cewher, Mazlum-Der, Komeleya Çandê ya Pir Sultan Ebdal û Hevgirtina Elewiyan ya Mezopotamya kir û wiha berdewam kir: “Me ji bo hevdîtina xwe ya jinan bi jinên Asurî, Suryanî û jinên dinê re din ava peyîwendiyan denin. Dê hemû jinên derdorê beşdarî civîna me ya 15’ê mehê bibe. Emê li wê ji bo pêşerojek bi tendurist nîzaş bikin û pêşniyaran pêşbixin.”


KCD yek nû ya hemû rengan bigire nava xwe


Songul diyar kir ku dê di civîna xwe de di aliyê 8 xalanê ekolojiya xweser û demokrat, ekonomi, rêveberiyên herêmî, polîtîkaya civakî, perspektîfên civakî û siyasî de xebatên wan di çî astê de nin binirxînin. Songul da zanîn ku dê êdî ne weke Meclisa Jinên KCD’ê her wiha dê êdî xebatên xwe berfereh bikin û gelek fikir û rengên cuda bigirin nava xwe û KCD yek nû avabikin.


‘Divê şoreşa jinan ya Rojava belavî hemû aliyê welat bibe’


Songul anî ziman ku divê şoreşa jinan ya Rojava belavî hemû aliyên din yên Kurdistanê bibin û wiha got: “Di heman demê de divê şoreşa jinan ya Rojava li bakur jî bi destê jinan bê kirin. Emê di civîna xwe de balê bikişînin ser berxwedana Lîcê, Meskan û Şaxê û binirxînin.”


‘Emê di hilbijartinên Serokomariyê de jî rengê xwe diyar bikin’


Songul da zanîn ku yek ji madeyên rojevê yên sereke jî hilbijartina Serokomariyêye û wiha got: “Weke ESP û EMEP banga me jî heye. Di demên derbasbûyî de van her 2 partiyan din ava meclisa me de cîh girtibûn. Emê weke jinên Tirkiye û Kurdistanê bi hev re bixebitin di 15’ê Tîrmehê de bên bahev û bi hev re ji bo pêşerojek tendurust biryarên giring bidin.”


 (zt)