Engin Başçi: Divê rojnameger zimanê aştiyê bi kar bînin

12:49

Derya CEYLAN / JINHA


ELİH – Serokê Şaxa Haber-Sen ya Beyoglu yê yê  KESK’ê Engîn Başçi diyar kir ku yek ji pirsgirêkên bingehîn yên herêma medyayê bi kar ne anîna zimanê aştiyêye û got: “Divê rojnamevan xwe ji zimanê kîn, nefret, dijminî û weke yên dinê dîtinê dur bigirin. Divê medya xwe ji zimanê nijadperestiyê û milyetciyê dur bigire.”    


Li Tirkiyê xizmetên di aliyê medyayê de her ku diçe pisgirêkên ne azadiya çapemeniyê berdewm dike û zêde dibe. Em di demek wiha de dijîn ku nûçegihanî bi awayek rast nayê kirin. Ji ber wê jî nûçegihanî di berjewendiyê gel de nayê karanîn. Serokê Şaxa Haber-Sen yê Beyogluyê yê  KESK’ê Engîn Başçi pisgirêkên medyaya Tirkiyê nirxand.


Xizmetên civakî bi riya medyayê nikare rola xwe bibîne’


Engîn diyar kir ku bi qasî tê xwestin xizmetên civakî di medyayê de li Tirkiyê nikare bê dîtin û wiha got: “Divê li xizmetên civakî bi riya medyayê bigihin hemû herêmên welat.”


‘Ji berîka gel piraniya daçuna TRT’ê tê dabîn kirin’


Engîn balkişand ser rola medyayê ya li Tirkiyê û wiha got: “Dahata TRT’ê ji sedî 88 ji aliyê gel ve tê dabîn kirin. Ji berîka gel piraniya daçuna TRT’ê tê dabîn kirin. Ji ber wê jî TRT dê vê bigire ber çavan û wiha weşana xwe dike.”


‘TRT girêdayî jiyana welatiyan weşanê nake’


Engîn destnîşan kir ku TRT cîh nade pirsgirêkên civakî û wiha domand: “Gelo di ekranê TRT’ê de kedkar hene? Jin hene?, Jinên rasît şidetê hatine hene?, Pirsgirêkên jinên hatine qetilkirin hene? Girêdayî pirsgirêkên esnaf û memuran bername hene?”


‘Di dadgehan de bi deh hezaran dosyeyên rojnamegeran hene’


Engîn derbirî ku li Tirkiyê rojnameger ne azadin û wiha berdewam kir: “Di dadgehên Tirkiyê de bi deh hezaran dosyeyên rojnamegeran hene. Heta duh jî nêzî sed rojnamegeran girtîbûn.”


‘Divê rojnameger peyîvên nijadperestî bi kar neyînin’


Engîn wiha axivî: “Divê rojnamevan xwe ji zimanê kîn, nefret, dijminî û weke yên dinê dîtinê dur bigirin. Divê medya xwe ji zimanê nijadperestiyê û milyetciyê dur bigire.”    


(zt)