Hatip Dicle: Ger dewlet alîgirê aştiyê ye divê bi demboriyê re rubiru bibe

14:28

JINHA


AMED-  Serokê Navenda Partiya Kedê ya Gelan (HEP) ê Vedad Aydin di 23’emîn salvegera qetilkirina xwe  de li ser gora xwe ji aliyê hezaran kesî ve hat bi bîranîn. Parlementerê DEP’ê yê berê Hatîp Dîcle diyar kir k udi li gel 23’ê sal ser qetilkirina Vedad Aydin re derbasbû jî lê hîna qatîlên Vedad nehatiye dîtin û darezandin û got: “Heger bi rastî jî dewlet dixwaze gavan bavêje divê bi demboriyê re ru bir u bibin û ji gelê kurd lêborînê bixwazin.”


Serokê Navenda Partiya Kedê ya Gelan (HEP) ê Vedad Aydin di 23’emîn salvegera qetilkirina xwe  de li ser gora xwe ji aliyê hezaran kesî ve hat bi bîranîn. Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Frat Anli, Parlementerê DEP’ê yê berê Hatîp Dîcle, Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş, rêveberên MEYA-DER, DİAY-DER, TUHAD-DER û  İHD’ê, malbata Vedad Aydin û bi hezaran welatî beşdarî bîranîna ser mezarê bûn. Li ser mezarê Vedad Aydin gul qurnefîl hatin danîn. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên doza aştî û demokrasiyê birayê Vedad Aydin  Veysi Aydin axivî. Veysî da zanîn ku birayê wi yê mezin Vedad Aydin tu carî ji tekoşîna aştî û azadiyê gav paşde neda û wiha got: “Ji berk u Vedad bêmafî ne di pejirand ji ber wê rastî êrîşan hat. Em li qatîlên Vedad nagerin ji ber qatîlên wî dewlete.”


‘Dê her dem beşek ji tekoşîna mebe’


Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Frat Anli jî balkişand ser berxwedana 4 aliyê Kurdistanê û wiha domand: “Di vê riyê de Vedad Aydin tekoşînek bi romet daye û di ronîkirina riya me de berdewam dikir. Bila çavên te vekirî neçe ji ber emê ked û tekoşîna we ya bi romet ji bîr nekin. Hunê her dem bibin beşek ji berxwedan û têkoşîna me. Weke gelê Amedê dixwazim wiha bêjim; em li hember ked û berxwedana we bejna xwe ditewînin.”


‘Vedad Aydin kesayetek ku her kesê jê re rêz digirt’


Parlementerê DEP’ê yê berê Hatîp Dîcle jî anî ziman ku ew şahidê rastîn yê qetilkirina Vedad Aydine û wiha berdewam kir: “Vedad Aydin kesayetek kum e hemûyan rêz jêre digirt. Bi bîranîn û ew anîna ziman qet hêsan nîne.” Hatîp da zanîn ku ewê weke zarokên gelê kurd tucarî tekoşîna gelê kurd di nîvî de nehêlin û wiha got: “Tenê mirin dikare me ji tekoşîna azadiya gelê kurd dur bixe. Erê dibe dê rojek bê emê jiyana xwe ji dest bidin. Lê em beş diz anin ku ciwanên kurd yên bi biriyar hene li peyî me tên. Dê her dem alaya tkoşînê ya kul i peyî me bimîne bê berdewam kirin, dê her dem tekoşîna gelê kurd berdewam bike.”


‘Heger dewlet alîgiyê aştiyê be divê bi demboriyê re rubi bu bibin’


Hatîp bilêb kir ku bi salane gelê kurd Vedad Aydin bi bîrtînin û dê bi hezarsalan jî bibîr bînin û wiha domand: “Heger bi rastî jî dewlet dixwaze gavan bavêje divê bi demboriyê re ru bir u bibin û ji gelê kurd lêborînê bixwazin.”


Piştî axaftinan dua hatin xwendin û mezarê Vedad Aydin bi qurnefilan hat xemilandin.


 (zt)