Ji jinan çalakiya dagirkirinê

15:24

JINHA


STANBOL – Li Stenbolê jinên ku ji komên cuda pêkdihatin li hev civiyan Muduryeta polîtîkayên malbat û civakê girtin. Li gel hemû astengiyan jî jinan hewldanên xwe berdewam kirin û ketin hindirê bînayê û gotin: “Cînayetên jinan li her derê hene bila bil ez meclis kom bibin.”


 Li Stenbolê jinên ku ji komên cuda pêkdihatin li hev civiyan Muduryeta polîtîkayên malbat û civakê ya kul i Cagalogul de girtin. Li gel hemû astengiyan jî jin daketin qada jorê û di paceyê de pankarta “Cînayetên jinan li her derê hene bila bil ez meclis kom bibin” vekirin. Jinan duruşmên weke “Em ne malbatin, em jinin di raperînêdenin”, “Ne berdanê, cînayetan asteng bikin”, “Bila meclis bil ez bicivin û ewlehiya pêwîst bigirin”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî yekîtiya jinan” û “Bijî hevgirtina jinan” hatin bilind kirin. Jinan hindirê bînayê de daxuyanî dan çapemeniyê û di daxuyaniyê de gotin: “Heger din ava 2 rojan de 6 mêr ji aliyê jinan ve hatibana qetilkirin dê hema meclis kom bibana û li çareyekê geriyabana. Di hefteya despêkê ya tîrmehê de 6 jin hatin qetilkirin. Cînayetên jinan li malan, cihên kar, kolanan, cihên taybet û giştî li her derê hene. Heger ev hemû tên jiyîn gelo meclis li kuye?”


‘Divê hema meclis kom bibe’  


Jinan dan zanîn ku Seroka Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Ayşenur Îslam di derbarê şideta mêran de daxuyaniyên şaş dide û wiha domandin: “Em dizanin jinên bin ewlehiyê de tên girtin jî tên qetilkirin. Dema ku dewlet bi bêmafî cezayê mêrên cînayetan dikin kêm dikin dibe hevkarê wan cînayetan.”


Di 20’ê tîrmehê de li Kadikoyê meşa mezin


Di daxwuyaniyê de wiha hat berdewam kirin: “Meş di 20’ê tîrmehê saet 14’an de li Kadikoyê tê li darxisin. Ji bo beşdariya meşê bang li hemû jinan hat kirin ku bêyî guh bidin sepandinên mêzekirina zarokan bi zorê û karên malê li hemberî qetilkirina jinên trans beşdarî meşê bibin.” Piştî daxuyaniyê jin bi bilindkirina duruşman ji avahiyê derketin.


 (zt)