Ji KCD’ê banga seferberiya ji bo Kobanê
16:27
JINHA
AMED - Meclisa Daîmî ya KCD'ê civînek awarte lidarxist û piştî civînê daxuyanî hat dayîn. KCD'ê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê banga berxwedana topyekun kir. Endama Meclisa KCD'ê Fîlîz Bedîrhanoglu anî ziman ku Rojava di hedefa hêzên paşverû de ye û wiha got: "Piştî tasfiyeya Rojava di hedefê de başûrê Kurdistanê heye."
Meclisa Daîmî ya Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) ê civînek awarte lidarxist, endamên meclisa KCD'ê, nûnerên saziyên civakî, partiyên siyayî, rêxistinên kedê, komên baweriyê û parlamenterê HDP'ê Demîr Çelîk beşdarî civînê bûn. Di civînê de êrîşên çeteyan ya li hember Kantona Kobanê hat nirxandin. Endama Meclisa KCD'ê Fîlîz Bedîrhanoglu anî ziman ku Rojava di hedefa hêzên paşverû de ye û wiha got: "Piştî tasfiyeya Rojava di hedefê de başûrê Kurdistanê heye."
‘Li ser gelan êrîş hene li henberî wê berxwedana topyekun pêwîstiyek e’
Bedîrhanoglu bilêv kir ku Neteweyên Yekbûyî li hember trajediya mirovahiyê ku li Kantona Kobanê tê jiyîn wek temaşevan mane, divê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin 'mirov im' xwedî helwest bin û wiha got: "Li hember hemû gelan êrîşên topyekun pêk tên û li dijî vê berxwedana topyekun pêwîstiyek e."
Parlalmenter Demîr Çelîk jî xwest hikûmeta AKP'ê piştgiriyê nede çeteyan û eger piştgiriya ji çeteyan re tê dayîn neyê qûtkirin dê bi milyonan bibin ser sînor, lê naxwazin jiyanê bitewizînin.
(zt)

