Porjeya Ciwanên Îzmîrê ya Pirtûkxaneya Dimeşe
08:56
JINHA
AMED – Endama Civaka Xwendekarên bê Eleqe Dîlan Erdem girêdayî xebatên xwe yên li herêmê û tevahiya Tirkiyê berdewam dikin axivî û got: “Em gund gund geriyan emê xwemdelarên serkeftî vexwînin Îzmîrê. Emê ji çandên cuda zarokan kombikin ji bo ku zarok di demê zarokatiyê de hînî çandên cuda bibin.”
Civaka Xwendekarên bê Eleqe di 25’ê Nîsana sala 2013’an de dibiniya Zanîngeha Ekonomiyê ya Îzmîrê de dest bi projeya Pirtûkên Birê de diçe (YK) dayîn despêkirin. Xwendekar dixwazin li navendên herêmê û Tevahiya Tirkiyê pirtûkxaneyên pêwîst bên vekirin û li gorî pêdiviyan pirtûk têde bên bicîh kirin. Lig elek navendên weke Dêrsim, Çewlik, Êlih, Amed, Riha, Mêrdîn û Xerpêtê dixwazin xeyalên xwe û projeya dayîn pêşiya xwe bînin cîh. Endama Civaka Xwendekarên bê Eleqe Dîlan Erdem diyar kir ku xeyal û projeya dayî pêşiya xwe dixwazin cîhana xeyalan ya zarokan ferh bikin û ev yek jî ne bê îmkane û wiha got: “Em hêvîdarin zarok pirtûkan bixwînin û ji bo pêşerojê tuştekê bidin guherîn.”
‘Me firseta beranberkirina herêmê û Tirkiyê dît’
Dîlan da zanîn ku dema ew hatine herêmê li gorî wan bajarên herêmê li gor bajarên dinê zêdetir bi kelecane û zêdetir hêviy dede mirovan û wiha domand: “Bi mehan berê me amadekariyê xebatên xwe yên ku em li herêmê bêxin meryetê kiriye. Li vêderê me ewqas tuştên xweş dîtin û jiyan kirin, di vegerê de gelek tuşt heye em bêjin. Li aliyê Tirkiyê runiştin axaftin yan jî temaşekirina televizyonê pir hêsane. Dema em hetin li vêderê me ruyê rastîn yê her tuştî dît. Ev ji boyî me ceribandinek gelek mezine, me tecrubeyên mezin girtin. Bi tayîbetî jî firserta beranberkirina herêmê û aliyê Tirkiyê me dît.”
‘Talebên dayîkan jidilin’
Dîlan destnîşan kir ku wan weke Civaka Xwendekarên bê Eleqe di çarçoveya ziyaretên xweyên herêmê de Dayîkên Aştiyê jî ziyaret kirin û wiha berdewam kir: “Di rastiyê de êşa dayîkên gerîlla û leşkeran hemanin. Dayîk dibêjin: ‘Heger em li vê derê li gel dayîkên leşkeran bi he re runiştin tê wateya despêkirina hinek guherînan.’ Ez difikirim ku dayîkên aliyê Tirkiyê de tuştên wiha nabêjin. Tê dîtin ku ji bo guherûnan dayîkên kurdan din ava hewildanandenin.” Dîlan di aliyê pêvajoya çareseriyê de jî wiha axivî: “Pirsgirêka kurd bi salane berdewam dike û hîna ne hatiye çareserkirin. Di demekê de şaşiyên ku gelê kurd jî kiriyî hene. Êdî ez hêvîdikim ku hinek tuşt bên guherîn. Ji bo ku hinek tuşt bên guherîn divê li her derê êdî nasîbûnek din ava mirovan de despêbike. Bi tayîbetî jî hatina herêmê û gelê herêmê naskirin. Kengê mirovên aliyê Tirkiyê hatin herêmê geriyan bi bê hişmendiyek cuda dîtina mirovan wê demê dê hinek tuşt bên guherîn.”
‘Em bi derfetên xwe yên madî pirtûkan komdikin’
Ji nava Civaka Xwendekarên bê Eleqe Ridvan Şengul jî diyar kir ku ew xebatên xwe bi bê cudahiya ol, ziman û nijadî berdewam dikin û got: “Em bi derfetên xwe yên madî pirtûkan kom dikin û dibin li gundên pêdivî pê heyî pirtûkxaneyan avadikin. Armanca me zarok pirtûkan bixwînin. Emê salê carekê zarokên ji çandên cuda kom bikin û navendek cuda avabikin. Bi vî awayî dê zarok hîna di temenê zaroktiyê de çandên cuda nasbikin. Zarokên Amedê û Enqerê li ser heman maseyî runin û bi hev re sohbet bikin.”
‘Carayekê yek em bi ewqas mirovên aştîxwaz li cihekê dibînin’
Ridvan da zanîn ku dê hemû hewildanên wan ji bo rakirina hişmendiya civakê ya weke yên dinê li hev nêrîn be û wiha got: “Li vêderê ya ku herî em şanaz kirin dayîk bêyî ku li ziman û nijada me binêre em hemêz kirin û nêzîkatiyên wiha germ nîşan dan. Tirkbûna me mirovên vêderê eleqeder nake. Tenê ya ku wan mirovan eleqeder dike em ji bo çî xizmetê dikin. Eleqeyek mezin nîşanî xebatên me yên ji bo pirtûkan dan. Ez ji nû ve ketim ferqa giringiya karê xwe de. Cara yekem min li cihakê ewqas mirovên aştiyê dixwazin li cihekê dîtin.”
‘Hişmendiya li herêmê bi zorê mirovan derdixin çiyan heye’
Ridvan anî ziman ku ew ji bo projeya xwe li hemû Tirkiyê geriyane û wiha domand: “Xebata me bi komek 40 kesî berdewam dike. Lê niha em 10 kesin. Ji ber hatina me ya herêmê gelek havalên me nexwestin bên. Ji ber di hişmendiya mirovan de weke ku her demê hinek dikare pêşiya wan bigire û ji wan re bêje: ‘were çiyan’ heye. Ev jî hişmendiya mirovên li aliyê Tirkiyê yên ku nizanin xebatek çiqas giring li vêderê tê kirin radixe berçavan. Ew eleqe û heskirina kum e li aliyê Tirkiyê neditiye em li vêderê rast hatin û me dît.”
(zt)

