Bêrîvanên reng didin jiyanê …
09:51
Bêrîtan Elyakut - Melek Yuksel / JINHA
ŞIRNEX- Li gundê Şîrîş yê girêdayî Qilabanê her roj bêrîvan serê sibê radibin li ber wê hewaya hênik diçin ber zozanên bilind bêjîvaninyê. Bêrîvan li gel xwe hêstirên xwe jî dibin û bi hêstiran şîr tînin malê. Di demsala bûherê de gudî diçin zozanan li koman de bi jiyana komînê heta payîzê jiyana xwe berdewam dikin.
Li gundê Şîrîş yê navçeya qilabanê ya Şirnexê ji despêka demsala bûharê de gundî derketine zozanan. Şivan pez dibin 10-20 kîlometreyan durî konan li wan deran diçerînin. Bêrîvan jî serêsibê radibin piştî karê xwe yê nava kon di qedînin, hêstirên xwe digirin û bi hev re diçin bêriyê. Bêrîvan şîr didoşin û paşê bi hêstiran tînin nava konên xwe. Li wan zozanan bi jiyana komînê ya herî bedew jiyan dikin. Li navçeyê 2 fabrîqeyên bi rêya kooperatîfan şîr, penîr, mast û nîvişkên xwe difiroşin. Jin di demek diyarkirî nava 3 - 4 mehan de li zozanan dimînin. Bêrîvan li wan zozanan bi jiyana komînê jiyan dikin û hemû pêdiviyên xwe tînin cîh. Ji bêrîvanan Ayşe Paksoy diyar kir ku ew ji despêka meha Nîsanê tên zozanan ji bo çerandina pezê xwe di meha gulanê de jî gundî giş derdikevin zozanan û got: “Bax û bîstanên me hene. Em diçin bêriyê û pezê xwe didoşin. Em bi berhemên ji pezê xwe digirin hem pêdiviyên xwe tînin cîh û hem jî di firoşin.”
‘Jin bi keda xwe reng didin jiyana komûnê’
Ayşe da zanîn ku ew di serê meha nîsanê de derdikevin zozanan ji bo çerandina pezên xwe û wiha got: “Bax û bîstanên me hene. Em diçin pezê xwe didoşin berhemên ku em ji pezê xwe digirin em hem ji bo xwarina xwe radikin û hem jî difiroşin.” Ayşe destnîşan kir ku hebûna şer li van herêman çanda zozanan û bêrîvaniyê qedandiye û wiha domand: “Em tên gundê xwe yê ji aliyê dewletê ve hatî şewitandin û wêrankirin zozanvaniyê dikîn. Em din ava rojê de bi giştî 5 sed kîlo şîr didoşin. Em ji hiriya pezê xwe jî gore û livasan çêdikin. Lê dem hatiye guherîn mirov êdî li şona wan livasên dest yên ji hiriya pez tên çêkirin tiştên bi mekîneyan tên çêkirin zêdetir tercîh dikin. Malbatên ku derfetên wan yên madî kêmin kevilê pez çêdikin hem difiroşin û hem jî ji bon ava malê dixebitînin. Ev xebat hemû bi jin bi destê xwe dikin. Dema ku çiyayên me azad bûn dê hilberîn jî zêdebibe.”
‘Hemû keda me bi bêrîvaniyê reng dibîne’
Emîne Elî jî diyar kir ku ew bi goşt û şîrê pez re mijul dibe. Emîne anî ziman ku hemû keda wan bi bêrîvaniyê reng dibîne û wiha got: “Em di mehên nîsan û gulanê de tên zozanên xwe û 3 mehan li van zozanan jiyan dikin. Di dema pez dotinê de em paşê li ber bêriyê dirunin sohbet dikin û girêdanek bê hempa din ava me bêrîvanan de çêdibe.” Emîne da zanîn ku ew li hemberî hemû zorî û tehlikeyan jî çanda xwe ya zozaniyê berdewam dikin û wiha domand: “Li Zozanan di saet 05.00’an de roj despêdike. Em rojê du danan pez didoşin. Em şîrê xwe dibin di konan de bi kar tînin. Em ji zozanan pincarên cuda cuda kom dikin û di dema çêkirina penîr de bi wê penîrê sîrik çêdikin. Em penîrê xwe yê ji bo xwarinê radikin dixin ceran û dixin binê axê de. Em nîvişk, keşk û mast jî çêdikin ji bo zivistanê radikin û bi wî awayî pêdiviyên xwe dabîn dikin. Yê ku dimîne jî em dişînin navçeyê. Berhemên me tama xwezayî didin. Em hêza xwe derdixin holê bi keda xwe hemû pêdiviyên xwe tînîn cîh û pêdiviya me bi alîkariya mêran di aliyê aborî de namîne.”
(zt)

