Zaroka keç ya bi zorê hat zewicandin întihar kir

11:13

JINHA


SEMSUR – Li Semsurê Zaroka keç ya bi navê Yeter A ya ku bi zorê hat zewicandin û paşê jî bi çeka nêçîrê li serê xwe xistiye û bi awayek kuştî hat dîtin. Malbata hevserê Yeter diyar kirin ku wê xwe întihar kiriye.


Li qetilikirina zarokên xwe nikarin li hemberî îstismarê bigirin û bi awayekê xwe qetil dikin yekî dinê jî zêdebû. Yeter A ya ku 3 sal berê bi zorê hatî zewicandin û li Dîlokê hatibû bicîh kirin. Yeter demekê çobû serdana malbata xwe. Yeter paşê dema vegeriya mala hevserê xwe piştî demekê bi awayek mirî hat dîtin. Malbata hevserê wê dan zanîn ku Yeter bi çeka nêçîrê xwe kuştiye.


Ji bo otopsiyê cenazeyê Yeter rakirin Saziya Tiba Edli ya Meletye.


 (zt)