Di doza KCK’ê ya sereke de girtî neman

11:21

JINHA


AMED - Di doza KCK'ê ya Amedê de siyasetmedarên kurd Hasan Huseyîn Ebem û Abdullah Aflatun tahliye bûn û di dozê de girtî neman. 

Danîşîna doza sereke ya KCK'ê ku jê 2 girtî û bi giştî 175 siyasetmedar tê darizandin, di 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê de hat dîtin. Her du siyasetmedar û parêzerên wan beşdarî danîşînê bûn û parêzeran tahliyeya her du siyasetmedaran xwestin. Meqama îdiayê jî demdirêjî girtina siyasetmedaran li ber çavan girt û tahliye xwest. 

Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê ji bo biryarê navber da danîşînê. Piştî navberê, heyeta dadgehê biryara tahliyeya Hasan Huseyîn Ebem û Abdullah Aflatun da. Di doza KCK'ê ya Amedê de hemû kes tahliye bûn, tenê Osman Ocaklik û Hanîfî Yontem ku ji dosyayên cuda cezayê wan hene, nehatine berdan.


(zt)