Di nav civaka kurdan de têkoşerên jin
11:34
Leyla Ayaz/JINHA
Li gorî dîroknas û lêkolînvanan di nava civaka kurd de jin roleke gelek girîng listiye. Zîhniyeta jina kurd bingeha xwe ji dayiksalariyê girt. Jinên kurd bi hewldan û sekna xwe bal kişand li ser xwe. Çend di nav rûpelên dîrokê de xuyan nekiribin jî dîsa bi navê xwe bandora xwe heya van rojan anîn.
*Adile Xanim: Di sedsala 20’an de keybûna Şahrezur a bê tac bû. Jinek otorîter û zanyar bû. 15 salan hikûmdariyê dike. Di birêvebirinê de serkefti bû.
*Mîne Xanim: Serokatiya Yekitiya Jinên Kurdistanê kir.
*Hefse Xanim Neqîb: Ji bo jinan dîwanxana xwe kir navbendeke xwendinê û her wiha avahiyeke xwe bo dibistanekê raberî "Komela zanyarî " amade kir.
*Xanzade Sultan: Ew nezê 13 salan navçeya Soran birêve dibe û wê serdariya 12-40 hezar leşgeran dike. Gelek kelehan ava kir û Kelaha Xanzade Soran li herêma Soranan tê nasîn.
*Emîne Xanim: Piştî rûxandina Osmaniyan di sala 1919’an de li Stenbolê ‘Komela pêşketina jinên kurd’avakir û ev jî dibe seroka vê komelê ye.
*Helime Xanim: Dema di devreya Osmaniyan de gelek mêr hatin kuştin û jin jî derbasî birêvebirina eşîretan bû. Ew ji li herêma Elbakê hildide bin bandora xwe lê ji bo ku xwîn nerîje kelehê teslîmê osmaniyan dike.
*Qedem Xêr: Sahê Îranê bi alîkariya Omer Xanê Şikakî êrişeke mezin dibe ser vê serhildanê,lê Qedem Xêrta dawiyê berevaniyê dike, paşê ewa ji aliyên hêzên Şah ve tê girtin, ewa sê salan di girtîgehê de dimîne.
*Fata Rêş: Di sala 1854’an de 300 siwara ve diçê li Stenbolê.
*XedîceYeşar: Li Enqerê di siyaseta kurdeweriyê dihat nasîn û rêbertiya kovara "Rizgarî" dikir, piştre dibe sernîsera kovara "Ala Rizgarî ", dîsa ewa dibe yek ji damezrênerên "koma ala rizgarî".
*Edûlê (Dervşê Avdê): Edûlê li hemberî mîran gelek têkoşîn da. Ji bo wê pîvana hêzkirinê şêrkirina ji bo welat bû. Li gorî Edûlê heke welat hatibe dagirkirin li vir hezkirin nabe.
*Zadine Xanım: Di sedsala 17’an de li Rojhilata Kurdistanê li Kelaha Dimdimê berxwedaneke mezin dide. Ji bo ku jinên kurd nekevin destê dijmin xwe ji kelehan avêt xwarê.
*Hafzexan: Xwedî li otorîteye yê. Di civantiya xwe de berpirsyariya efserên Îngilizan kir. Di sala 1952’an de bû seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê.
*Bese Xanim: Di serhildana Seyîd Riza de bandorek wê hebû û bi hêza xwe ya xweser, hezkirina welatparêzeyî de rolek bibîryar list. Li çiyê heya dawiyê şer kir û herî dawiyê xwe zinaran daveje xwarê. Şervaneke azadiyê bû.
*Zarîfe Xanim: Di serhildana Dêrsîmê de cih girt û navdara duyem e. Hevsera Alîşerê û ev jî wekî Beserê Xanim şervanek bû. Heya dawiyê şer kir li Dêrsîm' wekî jinek emsal hate dîtin.
*Nesrin Bedirxan: Di têkoşîna neteweyî ya kurdan de rolek girîng list. Jinek zanyar û arîstorkart bû. Li ser ziman disekini.
*Fatma Xanim: Jinek siyasetmedar bû û jir bû.
*Rewşen Bedirxan:Yekemîn jina kurd e ku bi kurdiya Latînî di kovara Hawarê de nivîsandiye.
*Gulnaz Xanim: Jineka têkoşêr û welatparêz bû. Piştî şikestina Serhildana Şêx Seîd Gulnaz Xanimê ji bo parastina sivîlan bi artêşa Tirk re kete şêr. Gorî gotinan bûye "tirsa dilê jandarmeyên Tirk".
*Deyfe Xanim: Di pirtûkên dîroka îslamî de, wekî jinek hêzdar, serbixwe, dîplomat û hezkiriya wêjevaniyê, avakirinê û dadmendiyê, hatiye nasandin.
*Mayan Xanim: Ji êzdiyan re bû rehber û mîrîtê kir. Demek serokatiya êşîreta êzidiyan kir Her tim di nav gel de bû.
*Qedem Xêr: Li şûna birayê xwe li Lorîstanê birêve dibe. Li dijî şahê Îranê serokatiya arteşê dike. Têkoşereke navdar bû.
*Gaziye Xanim: Jinek bi qebiliyet, jir û siyasetmedareke baş bû. Piştî mirina hevserê xwe dewletê birêvebir.
*Şah Xanin: Demek dirêj hikûmdariya Bedlîse dike.
*Fatma Xan: Grûba ku 8 gundan pêk hatî demek dirêj birêvebir. Têkiliyên di navbera dewletan de û karê parlamentoyê dikir.
*Mama Pura Halime û Qaha Nerkiz: Her du jin li herêma Pişderê rêveberiya herêmê kir. Li hemberî serdestiya Osmaniyan bi salan şer kir. Êşîrên kurdan re serokatî kirin.
*Leyla Qasim: Ji bo dengê kurdan bigîhîne cîhanê bi revandina balafirekê hat peywir kirin lê bi sernakeve bi 4 hevalên xwe ve tên girtin û hatin darvekirin
...
(la)

