Li Kreşa KADEM’ê perwerdehiya bi kurdî

12:25

 


Mala Zarokan a Kabê ku ji aliyê Navenda Piştgiriya Jinê (KADEM) a girêdayî Şaredariya Sûrê ve hatiye vekirin û perwerdehiya bi kurdî dide zarokan, rastî eleqeyeke mezin tê. Hacîre Oner a ku 3 zarokên wê li vê kreşê ne, kêfxweşiya xwe bi gotinên “Ji min çêtir dinhêrin li zarokên min" tîne ziman. Alîkara Şaredarê Sûrê Gulbahar Ormek, dibêje ku “Zimanê zikmakî hêmaneke ku dewletê parçe bike, nîne. Zarok dixwazin bila bi kurdî bilîzin, dixwazin bila bi tirkî bilîzin. Dixwaze bila çîrokên bi farisî bên gotin jê re. Ev dewletê parçe nake.” 


Nuran AKTAŞ-JINHA


AMED- Mala Zarokan a Kabê ku ji aliyê Navenda Piştgiriya Jinê (KADEM) a girêdayî Şaredariya Sûrê ve hatiye vekirin û perwerdehiya bi kurdî dide zarokan, rastî eleqeyeke mezin tê. Hacîre Oner a ku 3 zarokên wê li vê kreşê ne, kêfxweşiya xwe bi gotinên “Ji min çêtir dinhêrin li zarokên min" tîne ziman. Alîkara Şaredarê Sûrê Gulbahar Ormek, dibêje ku “Zimanê zikmakî hêmaneke ku dewletê parçe bike, nîne. Zarok dixwazin bila bi kurdî bilîzin, dixwazin bila bi tirkî bilîzin. Dixwaze bila çîrokên bi farisî bên gotin jê re. Ev dewletê parçe nake.” 


Mala Zarokan a Kabê ku ji aliyê Navenda Piştgiriya Jinê (KADEM) a girêdayî Şaredariya Sûrê ya Amedê ve li Taxa Kabê hatiye vekirin û perwerdehiya bi kurdî dide zarokan, rastî eleqeyeke mezin tê. Zarok li vir perwerdehiya bi zimanê zikmakî dibînin. Mala Zarokan, ji bo ku şagirtên KADEM’ê bikaribin baş tevlî kursan bibin û zarokên wan ji zimanê dayîka xwe re xerîb nebin, hatiye vekirin. Tenê ferqeke vê kreşê heye, ew jî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Mala Zarokan, hem rastî eleqeya malbatan, hem jî  zarokan tê. Şagirta KADEM’ê Hacîre Oner a ku 3 zarokên wê li vê kreşê ne, destnîşan dike ku ev kreş, di aliyê perwerdekirina zarokan de pir hesas tevdigere. Hacîre dide zanîn ku ji ber dema wê tune nikaribûye bi zarokên xwe re eleqedar bibe û kêfxweşiya xwe bi gotinên “Ji şeveqê heta êvarê zarokên min li derve bûn. Min nizanibû bi kîjanî re mijûl bibim. Pê re nedigihîştim. Lê mamoste di vê mijarê de zarokan perwerde kirin û alîkariyeke mezin dan me. Ji min çêtir dinhêrin li zarokên min" tîne ziman. Hacîre, destnîşan dike ku zarok li derve ji ber ku bi tirkî tê axaftin, pirsgirêk dijîn. Hacîre bi gotinên “Niha zarokên min hem dikarin fêm bikin, hem jî biaxivin. Ji ber vê kreşê pir kêfxweş in” dilşadiya xwe nîşan dide.


‘Sitran, lîstik, çîrokên me bi kurdî ne’


Berpirsyara KADEM’ê û mamosteya kreşê Medîne Olçen, radigihîne ku malbatên dixwazin zarokên wan bi zimanê zikmakî perwerdehî bibînin, eleqeyeke mezin nîşanî kreşê didin. Medîne tîne ziman ku destpêkê, tenê li zarokên şagirtên kursan nihêrtine, lê ji ber serketina kreşê ya her ku diçe zêde dibe, ev daxwaz zêde bûye. Medîne, diyar dike ku bi taybetî jinên ducanî û pêdiviya wan bi kreşê heye jî, dikarin zarokên xwe bînin vê kreşê. Medîne destnîşan dike ku zarokên li kreşê xwe li vir xerîb nabînin û dibêje “Tenê ferqeke me heye, ew jî sitran, lîstik û çîrokên me, bi kurdî ne.”


 Armanca yekem, hînkirina zimanê zikmakî ye


Alîkara Şaredarê Sûrê Gulbahar Ormek jî, dide zanîn ku armanca wan a yekem a vekirina kreşê, piştgiriya ji bo jinên ku dixebitin e. Gulbahar dibêje ku “Piraniya wan nikarin derkevin derve jî. Dema ku zarok jî hebe, du qatîn zehmet dibe.” Gulbahar, tîne ziman ku dixwazin ji bo jinên nikarin zarokên xwe bidin ba xwesî, cîran û hevserên xwe, bibin alîkar. Gulbahar destnîşan dike ku hewl didin zimanê zikmakî bi zarokan bidin hînkirin û ji jî bikaribin bi awayekî hêsan tevlî jiyana civakî bibin. Gulbahar, diyar dike ku dê meşa xwe ya di vê xetê de, bidomînin. Gulbahar, diyar dike ku li navçeya Sûrê, gelek ol, ziman û çand hene, ne tenê kurdî, li taxên ku lê bi zaravayên din ên kurdî tên axaftin jî, dê kreşên zarokan vekin. Gulbahar her wiha dibêje ku hewl didin di mijara perwerdehiya bi zimanê zikmakî de, bibin mînak jî. Gulbahar destnîşan dike ku zimanê zikmakî dê dewletê parçe neke û dibêje ku “Zarok dixwazin bila bi kurdî bilîzin, dixwazin bila bi tirkî bilîzin. Dixwaze bila çîrokên bi farisî bên gotin jê re. Ev dewletê parçe nake.”


‘Ziman çi dibe ew dizane peyam yek e’


Gulbahar radigihîne ku Şaredariya Sûrê 3 malên piştgiriyê yên jinan vekirine û li navendên piştgiriya jinê yên Hasirli û Kabê, kreşên bi zimanê zikmakî perwerdehî didin, hene, li Navenda Piştgiriya Jinê ya Ziya Gokalpê jî, demeke şûnde dê kreş bê vekirin. Gulbahar, destnîşan dike ku ji ber debara şêniyên navçeyê nabe, hemû kurs û kreşên wan, bê pere ne. Gulbahar dide zanîn ku di sîstema perwerdehiyê de guherti çêbibin, divê mirov netirse û dibêje ku “Ez bi kîjan zimanî biaxivim jî, peyama me yek e. Em zimanê zikmakî tevli perwerdehiyê dikin û guhertineke mezin pêk tînin. Lê bila tu kes ji vê guhertinê netirse.” Gulbahar, destnîşan dike ku hebûna van kreşan, serketina jinan a di kursan de jî, zêde kiriye.


(na/gk/xo)