3’emîn Kongreya BDP’ê ya Asayî despêkir
12:26
JINHA
ENQERE – BDP’ê bi duruşma ‘Emê bi Xweseriya Demokratîk Jiyana Azad Avabikin’ li Salona ÎMO dest bi 3’emîn Kongireya xwe ya Asayî kir.
3’emîn Kongireya BDP’ê ya Asayî li Salona Konferansê ya Odeya Înşihadê ya Muhendisan (ÎMO) yê despêkir. Li salona konger lê hatî li darxistin bi kurdî û tirkî pankarêtên weke “Ji bo Rojavaya Xweser em dest bidin destê hev”, “Ji bo jiyanek azad û wekhav ji Ocalan re Azadî”, “Ji bo Azadiya Rêber APO mêtîngeriyê bişkîne xweseriyê avabike” û “Jina azad netewa demokratîk” hatin vekirin. Li ser cedeya ku salona kongireyê dikeve ser pankarta bi sernivîsa “Hun bi xêr hatin 3’emîn Kongireya BDP’ê ya Awarte. Di sînevisyona li salona kongeryê ya ku wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan dida de nivîsa “Emê bi Xweseriya Demokratîk Jiyana Azad Avabikin” dihat nîşandan. Li Salonê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 jinên siyasetmendarên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin hatin hildan. Gelek jin bi kincên xwe yên gelerî beşdarî kongrê bûn.
Hevserokê Giştiyê HDP’ê û berendamê Serokomariyê Selahattin Demirtaş, Şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak, Hevşaredarên Bajarê Mezin yên Wanê Hatîce Çoban û Bekir Kaya, Hevşaredarên Bajarê Mezin yên Amedê Gultan Kişanak û Firad Anli, Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun, Serokê Girştiyê EMEP’ê Selam Gurkan, şaredarên berê yên ji doza “KCK” nû ji girtîgehê derketin, Hevşaredarên partiya dê nû bê avakirin Emîne Ayna û Kamuran Yuksek, Hevşaredara HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Parlementerên HDP’ê Demir Çelik, Nursel Aydogan, Hasip Kaplan, Adil Zozani û Ayla Akat Ata jî din av de gelek delege beşdarî kongreyê bûn.
Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Navenda BDP’ê ya Enqerê Ehmed Aday ve hat kirin. Dema ku Ehmed bi kurdî û tirkî axivî ji salonê dengê duruşmên “Bijî Serok Apo” bilindbû. Jinan jî bi dengê lîlandinên xwe alîkarî dan bilindkirina duruşmeyan. Ji bo dîwanê jî weke hevserokatî Firad Anli û Leyla Guven hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê ji bo cangoriyên tekoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hati girtin. Di dema rêzgirtinê de jî sîroda Çerxa Şoreşê hat xwendin.
Kongre bi xwendina nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike.
(zt)

