Abdullah Ocalan: BDP dibistana kadroyên siyasi gihiştinêye

12:54

JINHA


ENQERE - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 3'emîn Kongreya Asayî ya BDP'ê re peyamek şand, balkişand ser pêvistiya guhertinê û got ku partiya nû dibistana gihandina qadroyan e. 

3'emîn Kongreya Asayî ya BDP'ê, li Salona Konferansê ya Odeya Endezyarên Înşaetê dest pê kir û didome. Kongre bi dirûşma "Bi Xweseriya Demokratîk Jiyana Azada Ava Dikin' tê lidarxistin, kongre bi rêzgirtinê destpê kir û piştre hevserokên dîvanê Firat Anli û Leyla Guven axaftineke kurt kirin û kongre silav kirin û ji gelên Rojhilata Navîn re azadî xwestin. Piştî axaftinan peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji bo kongreyê şandibû hat xwendin. Peyam ji aliyê wekîlê koma HDP'ê Îdrîs Baluken ve hat xwendin. Baluken beriya ku peyamê bixwîne wiha got: "Em bi têkoşîna azadiyê û hêza ku şehîdên me qehreman afirandin gihîştin van rojan."

Peyama Abdullah Ocalan wiha ye;

"Ji ber şert û mercên ku em tê de ne, pêwîstî bi nûbûnê heye. Kewneşopiya partîbûyînê ya 20 salan zêdetir, mixabin ji ber rastiya demokratîknebûyîna Tirkiyeyê û êrîşên giran yên dijdemokratîk, heta îro hebûna xwe berdewam kir, lê negihiştiye serkeftina ku heq dike. Di vir de behsa niyeta baş û hewldanan nakin. Lê ez behsa xweseriyên partî û tevgereke demokratîk dikim. 

20 sal zêdetir e, min hewl da alîkariyê bidim tevgera we. Gihîştim wê encamê ku her tim pêwîstî bi reformên bingehîn heye. Ez îro jî di heman fikrî de me. Bi du aliyan pêwîstî bi reformê heye. 

1- Ji bo civak, netewe û gelê Kurd ku em hewl didin temsîl bikin, bibin vîna wê, di şert û mercên Tirkiyeyê de li gorî rastiyên wê yên dewletî, hiqûqî, siyasî, civakî û aborî dikare bi şêweyê partiya herêman a demokratîk yan jî partiya demokrasiya herêmî be, ku ev yek îfadeya partiyî ya vînbûyîn û bicihbûna xwecihî ya herî rast e. Yanî ji aliyê cewherî û teşeyî ve, di warê giştî de ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, di warê taybet de jî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, di bin yek ji van navan de xizmeteke hîn zelal û rasteqîn dikare bê kirin. Eger bi baldarî were nirxandin wê bê dîtin ku ez bi tenê guhertina nav pêşniyar nakim. .....eke (nayê xwendin) watedar û dikare xizmetî giştî û rewşa taybet bike...

2- Duyemîn pêşniyara min a girîngtirîn ji bo reformê; di rewşeke nûbûna "de facto" de bi amatorî be jî cihgirtina HDP'ê ye, ku divê xizmetê ji gelemperiya Tirkiyeyê re bike. Ev cihgirtin ne mekanîk e. Pêwistiya diyalektîk û civaka fermî ye. Tirkiye zêdeyî 60 sal in ji pratîka cihêkirin û bihevxistinê ya gladyon re tê qurbankirin. Ev lîstik di roja me ya îro de herî zêde li ser Kurdan tê amadekirin. Di bin êrîşên li dijî HDP'ê de ev rastî heye. Em vê lîstikê di qada herêmî de bi cihdayîna pîvanî ya demokrasiyê, di asta neteweyî de jî bi yekgirtina sîwaneke fermî (ne tenê sîwanî, civaka neteweya demokratîk) em dikarin têk bibin. Yanî di rastiya Tirkiyeyê de heta ku demokrasiya herêmî û neteweyî di heman astê de neyên hûnandin, ji xefika kapîtalîmzê, xefika gladio ya neolîberalîzmê derketin ne gengaz e.

Bi reformên van her du xûsûsan ve girêdayî, wesfa herî berçav a partîbûyîna nû û xûsûsa herî zêde civak pêwistiyê pê dibîne, perwerdeya kadroyên îdeolojîk-rêxistinî ye. 20 salên bihurî mixabin hewl hat dayîn bi kadroyên ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve xizan, bi rewşeke ji kadrobûyînê bêpar, hat meşandin. Li gorî pêwistiya polîtîkayên nûjen, pratîkeke serketî nehat nîşandan.

Partiya nû, di bingeha xwe de dibistaneke afirandina kadroyan e. Aliyê wê yê herî xurt, aliyê akademiya siyaetê ye. Li gorî pêwîstiyên civakê ji bo her qadê kadro diafirîne, birêxistin dike. Baş derketiye holê ku bi amatoran êdî ev kar nameşe. Heta ku partiya nû ji bo her qadên civakê (Min 8 qad ji bo muzakereyê pêşniyar kiribû) kadroyên têrker perwerde neke û rêxistinbûyîna cîhgiriyê li hemû herêman belav neke, nikare bi ser bikeve.

Di vê esasê de polîtîkaya siyasî ya fermî ji partiya neteweyî û şaredariyan re tê hiştin û rêveberiyên xwe di meclisên fermî yên şaredariyan û HDP’ê de cih nagirin. Yanî bi kurtasî îcraya polîtîkaya pratîka rojane ji HDP û şaredariyan re dihêle, lê xwe ji bo rêxistineke kadrobûyîna mayînde û demdirêj ya civakî nadê.Ez wisa bawerim ku ev newekhevdî dê endamên serkeftîtir be. Ev nayê vê wateyê ku di navbera du platforman de derbasbûne tunebe. Berovajî vê dê ji bo derbasbûnên serkeftîtir yên di dema xwe û cih de derfetê pêk bîne.

Esaseke din , hewcedariyeke binsesaziya modela netewe demokratîkbûnê vê reformê li me ferz dike. Li dijî neteweperestiyên şove ku înkar global kiriye, têkoşîn dayîn, mirov dikarin xwe bigihînin demokrasiya herêmî ya modela netewe demokratîkbûnê. Em ne di alî îdeolojîk, ne jî di alî pratîkê de em nayê vê lîstika netewperestiyê. Ji ber vê jî pêkanîna vê reformê ya ji aliyê BDP’ê ve, divê wek pêngava taktîk ya herî di cih de ku xitimandina polîtîk ya rojevî vedike, bê nirxandin. Di pêşerojê de ger hewce be dikare pêngavên taktîk yên nû bên avêtin û stratejî bên pêşxistin. Mînak di hilbijartinan de bi qasî ku têrî di koman bike, parlamenter bên hilbijartin, temsiliyeta komî ya her du partiyan jî dibe bibe taktîkek di cih de.

Hevalên hêja, wek tê zanîn min di parêznameyên xwe yên dawî de zêde behsa çareseriya Netewe Demokratîkbûnê kir. Ji bo van hêmayên pratîk tespîtên polîtîk-pratîk û teorîk hene. Divê li ser xebatên partiyê ya dema nû kurbûnek pêk bê û divê hun îrade, daxwazê xwe re pêk bînin. Divê hun hewldana ku tempo û terza wê ava dibe, pêşkêş bikin. Dîroka bi gelek mînakên ku pirsgirêk bi rêbazeke din nayê çareserkirin tijeye. Bi daxwazên serkeftinê, silav û rêz.”

Piştî xwendina peyamê kesên li salonê bûn rabûn ser piyan û ji bo peyamê çepik lêdan û her wiha bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ slavkirin.


(zt)