'Çêkirina qereqolan di aliyê gel de bê ewlehiyê pêşdixe'

08:33

Derya Ceylan / JINHA


AMED – Cîgira Seroka Mazlum-Der a Amedê Seher Akçinar di derbarê berxwedana gel ya Lîcê li hemberî çêkirina qereqol û kalekolan berdewam dike nirxandin kir. Seher diyar kir ku çêkirina wan qereqol û kalekolan ji bo gel bê ewlehiyê dide çêkirin û got: “Heger hikumetê gavên berbiçav bavêtibana ev çalakî ne di hatin kirin. Ji ber pêvajoya muzakereyan ji aliyê dewletê de balş nayên bi karanîn ji ber wê jî gelê kurd neçar ma însiyatîfa xwe bi karbîne.”


“Pêvajoya Çareseriya Demokratîk” ya k udi Newroza 2013’an de ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî pêşxistin li herêmê û tevahiya Tirkiyê hêviyek mezin da gel. Lê ji aliyê dewletê ve bersiv nedana pêvajoyê zêdekirina qereqol û kalekolan bû sedema bilindbûna bertekên gel. Bertekên gel yên li hemberî çêkirina qereqol û kalekolan her dem bi êrîşan hatin bersivandin. Di çalakiyên hêrêmê yên li hemberî çêkirina qereqol û kalekolan de 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li gel van hemûyan jî gel çalakiyên xwe berdewam dikin. Cîgira Seroka Mazlum-Der a Amedê Seher Akçinar da zanîn ku ji despêka pêvajoya çareseriyê yeta niha hikumet li cihê gavek erênî lezê dide çêkirina qereqol û kalekolan. Seher destnîşan kir ku di serî de Lîcê li tevahiya herêmê çalakiyên li hemberî çêkirina qereqol û kalekolan berdewam dike.


 ‘Di vê pêvajoyê de kurd netin’


Seher bi qasî du salan berdewam kirina pêvajoya çareseriyê bibîrxist û ji despêka pêvajoyê heta niha hikumetê gavek berbiçav û şînber ne avêtiye û wiha got: “Kurd di vê pêvajoyê de netin. Ji despêka pêvajoyê heta niha aliyê kurdan yê siyasi xwe ji bo pêvajoyê amade dikin, bi qasî tê xwestin din ava hewildanan denin. Weke gavên yekem, duyem û sêyem li gorî peryodan lêhurbûnê didin çêkirin û xwe ji bo pêvajoyê amade dikin. Lê ji ber ji aliyê dewletê gavên şînber nayên avêtin pêvajo bi qasî tê xwesin nikare berewpêş biçe. Ji ber wê jî gelê kurd neçarman însiyatîf girtin destê xwe.”


‘Divê di pêvajoya çareseriyê de çêkirina qereqolan bên pirsîn’


Seher anî ziman ku bi despêkirina pêvajoya çareseriyê re li herêmê lez dana çêkirina qereqol û kalekolan û li hemberî wan jî bertekên gel pir ehlaqî û  di cîh de dibîne û wiha domand: “Weke mafek xwezayî bi mirovan re pirsên weke di pêvajoya çareseriyê de çima çêkirina qereqol û kalekolan? Pêşdikevin. Ji ber heger pêvajoyek ya çareseriyê hatiye despêkirin û dê di aliyê çareseriyê de gav bên avêtin wê demê dê çek bêdeng bibin û pêdivî bil ez dana xebatên çêkirina qereqolan namîne. Gelê kurd bi vî awayî hem kesanî û hem jî bi awayek komîn bi giştî telebên xwe tînin ziman.”


‘Divê bertekên gel baş bên têgihandin’


Seher bilêv kir ku divê bertekên gel yên li hemberî lez dana çêkirina qereqol û kalekolan baş û rast bên têgihandin û wiha berdewam kir: “Di hişê kurdan de li hemberî vê pêvajoya di aliyê dewletê de gav ne avêtinê bertak pêşketin. Bi awayekî xwezayî kurd li hemberî çêkirina qereqolan bertekên xwe nîşan didin. Sedema vê jî li herêmê dest bi avakirina 160 qereqol û kalekolan hetiye kirin.”


‘Kurd dixwazin bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin’


Seher derbirî ku gelê kurd paşde vegera pêvajoya mirinê naxwazin û mirinê ji bo xwe rewa nabînin û wiha axivî: “Ji ber gelê kurd dixwazin din ava aramiyê de bi xwe xwe bi rêvebibin, mirinê ji bo xwe rewa nebînin, li hemberî çêkirina qereqolan bertekan nîşan dide. Heger ji aliyê hikumetê ve gavek hatibana avêtin ev çalakiyane ne dihatin kirin. Li Mûş, Çewlik, Lîcê û gelek deverên dinê rê hatin girtin gel serhildanê dikin û bertekên xwe nîşan didin.”


‘Di pêvajoyê de mekanîzmayek zagonî çêkirin giringe’


Seher anî ziman ku ji aliyê hikumetê ve girêdayî pêvajoya çareseriyê pêşxistina “zagona bi dawîkirina terorê û bi hêzkirina yekbûna civakê” giring dît û wiha pêde çu: “Bi mekanîzmayek zagonî pêşdebirina pêvajoyê gelek giringe. Ev weke ji bo her du haliyan jî gavek ewlehiyê ye hem jî cidî girtina pêvajoyê dide nîşandan. Di zagona de xala herî giring jî rakirina astengiyên li pêşiya Milîtanên PKK’ê yên li çiyan û tevlî jiyana sivîlbûnê ya wane.”


(zt)