Meclisa Jinan li bajaroka Çarikliyê hat vekirin
10:06
JINHA
AMED- Ji aliyê Şaredariya Sûrê ve Meclisa jinan ya bajaroka Çarikli yê hat avakirin. Bi minasebeta vekirina Meclisa Jinan şahiyek hat li darxistin. Di şahiyê de Endama Meclisa Jinan ya bajarokê Çarikli yê Hatîce Ulaş axaftinek kin kir û got: “ Di serî de em spasiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin ji ber ku derfetên rêxistinbûyînê daye me . Em ji bajarokê Çarikli silav ji berxwdana kobanê re dişînin û berxwedana wan pîroz dikin.” Paşê jî koma Dicle Firatê bi sitiranên xwe coş dan şahiyê.
Li bajaroka Çarikli yê ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê Şaredariya Surê ve Meclisa Jinana hat ve kirin. Bi munasebeta vekirina meclisê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Dicle Firat ê ve li bexçê avahiya Meclisê şahiyek hat lidarxistin. Di destpêkê de Endama Meclisa Jinan ya bajarokê Çarikli yê Hatîce Ulaş bi xêr hatina mîvanan kir û Meclisa Jinan ya bajaroka Çarikli pîroz kir. Hatîce di axaftina xwe de berxwedana gelê kurd silav kir û wiha axifî: “ Di serî de em spasiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin ji ber ku derfetên rêxistinbûyînê daye me . Em ji bajarokê Çarikli silav ji berxwdana kobanê re dişînin û pîroz dikin.”
Piştî axaftinê Koma Agirê Rojê a Navenda Çand û Hunerê ya Dicle Firatê şahiyek bi coş li darxist. Jinên bajaroka Çarikli yê bi çepik û tilîliyan ahing geş kirin . Şahî bi govendên kurdî bi dawî bû.
(zt)

