'Biryar hemû di yek kesî de kom kirin dibe sedema binpêkirina mafan'

10:52

Bêrîtan Elyakut / JINHA


AMED – Girêdayî Zagona nû Parêzera Baroya Amedê Hamin Karhan diyar kir ku hikumet bi derketina zagonên nû re hemû berpirsyarî daye destê yek hakimî û got: “Piranî zagonên derdikevin ji parastina maf û azadiya kesan zêdetir di awayê şêwe de weke nîşandanekê tên kirin û di berjewendiyên pergalê de tên xebitandin. Bi tayîbetî jî girtina Dadgehên Tayîbet yên OYM, girtina Dadgehên Sulh û di cihê wan de vekirina Hakimê Sulh Ceza.”


Piştî rişwet û diziyên di 17’ê kanuna sala 2013’an de hinek guherîn di aliyê zagonan de hatin kirin. Li gorî zagona di 1’ê Tîrmehê de derketî Dadgehên Tayîbet dê bên rakirin û dê hemû berpirsyariyê bidin destê yek hakimekê.  Girêdayî Zagona nû Parêzera Baroya Amedê Hamin Karhan wiha got: “Piranî zagonên derdikevin ji parastina maf û azadiya kesan zêdetir di awayê şêwe de weke nîşandanekê tên kirin. Bi tayîbetî jî girtina Dadgehên Tayîbet yên OYM, girtina Dadgehên Sulh û di cihê wan de vekirina Hakimê Sulh Ceza.”


‘Hakimê Sulh Ceza berpirsan bingeh digire’  


Hanim balkişand ser Hakimê Sulh Ceza berpirsan bingeh digire û wiha domand: “Bi tayîbetî jî di dema girtin, binçavkirin û desteserkirinan de hakim bi tenê biryar dide. Ev Hakimê Sulh Ceza hemû dergehên îtirazan li welatiyan û girtiyan digirin.”


‘Dê êdî tenê biryar di destê yek hakimî debe’


Hanim wiha axivî: “Ev zagona nû zêdetir mafê mirovan binpê dike. Li aliyekê jî nakokiyan zêde dike. Dê niha li cihê heyetekê tenê hakimek biryar bide. Wê demê dê ev rewş çawa be û çima pêdivî bi guherînek wiha hat dîtin? Li gorî tê dîtin divê sê hakim bi hev re biryarê bidin.”


‘Heger hakim alîgirê webe’


Hanim balkişand ser metirsiyên ji biryarên yek hakimiyê derkevin û wiha pêde çu: “Girêdayî mijarê di nûçeyekê de gotinek weke ‘Heger hakim ji we yan jî j ime be’ hebû. Bi vî awayî nakokiyan di serê mirovan de zêde dike. Li gorî min ev guherînên zagonan ne ji bo welatek demokratîk ji bo berjewendiyên serdestan tên amadekirin.”


‘Biryar ji îtirazan re girtiye’


Hanim wiha berdewamî da axaftina xwe: “Berê sê hakiman doz dişopandin û heger yek nebana yên dinê didomandin. Lê niha tenê hakimak maye. Rêya îtirazan jî girtiye. Niha biryar hemû di destê yek hakimî dene. Ya despêkê metirsiyê bi mirovan re çêdike dê hekîm dozên girêdayî dizî û rişwetê yên derdora xwe bigirin.”


(zt)