Li madena mirinê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

11:03

JINHA


BALIKESÎR - Li navçeya Îvrîndî ya Balikesîr di ketina kana madenê de hezaz çêbû, 2 karkeran jiyana xwe ji dest da, 2 karker jî birîndar bûn.


Li Taxa Gozluçayir navçeya Îvrîndî ya Balikesîr di ketina kana madenê de hezaz pêk hat. Li cihê ku boriya nû ya kanê hatiyê bicihkirin hezaz pêk hat. Karkerên bi navê Mehmet Tunç, Ramazan Argun, Ramazan Baraç û Îsmaîl Manay dibin axê de man.


Di encama xebatên rizgarkirinê de cenazeyên Ramazan û Mehmed hatin dîtin,  Ramazan Argun û Îlmaîl Manay ên bi birîndarî hatin rizgarkirin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îvrîndî. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.


Cenazeyên Ramazan Baraç û Mehmed Tunç ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îvrîndî.


Têkildarî bûyerê lêpirsîn didome.
 


(zt)