Elewî dê ser sînorê Rojava nobetê bigirin

11:39

JINHA


ENQERE - Li hemberî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kantona Kobanê heyetek ji komek pîrên Elewî, nivîskar û rewşenbîran diçin sînorê Kobanê.


Rewşenbîran di daxuyaniya hevpar a weşandin de gotin, DAIŞ çeteyeke paşverû ya hewl dide li Rojhilata Navîn xwe pêş bixe û wiha hat gotin, “Herî dawî êrîşên di 2’êTîrmehê de li hemberî Kantona Kobanê ya Rojava di cîhana Elewiyan de bûye sedema guman û bertekan. Li ser vê yekê em diçin ser sînor.


‘Emê li hember tuştên tên kirin bêdeng nemînin’


Ji bo li hemberî qirkirina li ber serê me; li gor egera fikra me ya aştî û mirov esas digire em nikarin bêdeng bimînin... Ji bo em moral bidin Rojavaya li dijî çeteyên DAIŞ ên faşîst, xwînxwar û qatil têkoşîneke destanî didin. Ji bo em nîşan bidin ku canên me yên çi zarok çi jin bi awayekî hovane tên qetilkirin ne bêxwedî ne… Ji bo em li dijî çeteyên ji welatên cuda tên komkirin û bê ku bêjin Kurd, Turkmen, Elewî, Êzîdî, Xirîstiyan qetil dikin û îbadetxaneyên xwedî baweriyên cuda bombardûman dikin rawestin… 15’ê Tîrmehê roja Sêşemê bi heyeta ji pîrên Elewiyan, rewşenbîr û nivîskaran pêk tê em ê ber bi navçeya Pîrsûs a Kobanê ve bimeşin.


Ji bo em balê bikişînin ser êrîşên DAIŞ em ê di konê aştiyê de nobetê bigirin.”


(zt)