Jin li Deriyê Çiyê kursiya serbixwe ava kir
14:15
JINHA
AMED – Jinên endamên HDK’ê û KESK’ê bi vesileya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Deriyê Çiyê kursiyê serbixwe avakir û nêrînên xwe anîn ziman. Her wiha jinan li ser tualên ku ji hêla KESK’ê ve hatî anîn wêne çêkirin.
Jinên ku tevli kursiya serbixwe ya ku ji hêla jinên endamên HDK û KESK’î ve hatî amadekirin nêrînên xwe anîn ziman. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivil tevli bernameyê bûn. Wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, dayika Berfo, Virginia Woolf, Sofia, Leyla Qasim, Ayşe Şan û ClaraZetkin li qadê hatin daliqandin. Her wiha jinan hest û ramanên xwe li ser tualê xez kirin.
Ji Meclîsa Jinana Sosyalîst a ESP’ê Sevda Yîgît, di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka 8’ê Adarê. Zelal Bîlgîna ku endama HDK’ê ye bi dimîlkî helbestek xwend û hestên xwe anî ziman. Li ser navê HDK’ê Sadiye Suer Baran bi kurdî axivî û bal kişand ser 8’ê Adarê û Sakîne Cansız.
Jin dê saet 18’an de li Deriyê Çiyê meşa bi meşaleyî li dar bixin.
(la)

