Xizmên wendayan Vedat Aydin bibîranîn
14:21
JINHA
AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên wendayan her hefte ji bo wenda bên dîtin û kiriyar bên darezandin çalakiyê lidardixin. Îro jî di hefteya 283’emîn de çalakiya runiştinê lidarxisin. Dê vê heftê de Serokê Navenda HEP’ê yê Amedê û parêzvanê mafê mirovan Vedad Aydin hat bibîranîn.
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên wendayan bi duruşma “Bila Wenda bên Dîtin û Kiryar bên darezandin” di hefteya 283’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hat lidarxistin. Li gel rêveber û endamên ÎHD’ê MEYA-DER, Platformên Şaxên KESK’ê, Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, xizmên wendayan û aktîfîstên mafê mirovan jî amadebûn. Di çalakiyê de Serokê Navenda Partiya Kedê ya Gelan (HEP) ê yê Amedê û parêzvanê mafê mirovan Vedad Aydin hat bi bîranîn. Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Raci Bîlîcî diyar kir ku gelê aştiyek meyînde dixwazin her dem rastî çewisandinên mezin tên û tên qetilkirin. Racî da zanîn k udi hişê wan de Vedad Aydin nehatiye qetilkirin û her demê dijî, dê herdem hebe û tucarî neyê ji bîrkirin.
‘Divê qatîlên dewletê yek yek bên dîtin û derkevin pêşiya darazê’
Racî destnîşan kir ku divê dewletê cînayet û wendayên li herêmê kirî ronî bike, qatîlan derxe û ew bên ji malbatên wendayan lêborînê bixwazin. Racî bang li peyîwendîdaran kir ku demek ji ya dinê zutir aqîbeta wendayan diyar bikin û wiha got: “Heger baweriya we ya aştiyê û alîkarî dayîna pêvajoyê heye hunê di serî de aqîbeta wendayan diyar kin û qatîlan darezînin. Em dizanin ku biryara wendakirina van hemû mirovan dewletê daye. Yên ev biryar jî dane Serokoman, Serokwezîr, wezîrê karê hindir, derve, wezîrê dadê bûne. Ji xwe ji despêka salên 90’ê heta niha yên kiryar kirîn û biryara kiriyaran dayîn diyarin. Ji ber wê jî heger ew qatîl neyên dîtin û darezandin bizanin ku baweriya me ya bi we nîne.”
‘Divê komusyona heqîqet û dadê bê avakirin’
Racî anî ziman ku divan rewşan de divê komusyona dad û heqîqetê bê avakirin û wiha domand: “Gelê kurd dê komusyonê avabikin û her tuştî yek bi yek derxînin. Cîh, dem û dîrok her tuştî diyar dike. Emê vê derxînin holê. Emê zarokên xwe bidin têgihandin. Emê bêjin ‘qirkirin ser gelê kurd kirin û qatîl jî evin.’ Ji ber wê jî em carekedinê bang li dewletê dikin. Heta hun aqubeta wendayan diyar nekin û kiriyaran ne darezînin, hunê nikarin ne gavek pêş ne jî paş biçin. Ji ber wê jî pêdivî bi avakirina komusyonan heye.”
‘Heta encam girtinê emê tucarî ji tekoşîna xwe gavê paşde ne avêjin’
Racî bilêv kir ku heta wenda bên dîtin û kiriyar bên darezandin dê her hefte çalakiya xwe berdewam bikin û dest ji tekoşîna xwe bernedin û wiha berdewam kir: “Em weke xizmên wendayan, parêzvanên mafê mirovan û dayîkên aştiyê tucarî ji vê doza xwe venegerin û tekoşîna xwe berdewam bikin heta ku wenda bên dîtin û kiryar bên darezandin. Emê heta dawiyê bibin. Ne Vedad Aydin ne jî bi hezaran wendayên me tucarî ji bîr nabin û dê neyên ji bîrkirin. Emê ji bo wan tekoşîna xwe berdewam bikin. Ew mîrasa Vedad Aydin di Komeleya Mafê Mirovan de ji bom e hêlayî emê berdewam bikin.”
Piştî axaftina Racî ji bo siyasetmendarê kurd û parêzvanê mafê mirovan Vedad Aydin yê ku berî niha 23 salan hatî wendakirin û hemû wendayan 5 deqe çalakiya runiştinê hat kirin û paşê çalakî bi dawîbû.
(zt)

