6 YPG'iyên li Kobanê birîndar bûn anîn Rihayê
14:31
JINHA
RIHA - 6 endamên YPG'ê yên di pevçûnên li Kantona Kobanê ya Rojava de birîndarbûn sewqî nexweşxaneyên Rihayê hatin kirin.
6 endamên YPG'ê yên şevê din di berxwendana gundê Cibnê yê Kantona Kobanê yê Rojava de birîndar bûn sewqî nexweşxaneyên cuda yên Rihayê hatin kirin. 6 endamên YPG'ê yên birîndar li Deriyêm Sînor ê Kobanê bi ambulansan hatin wergirtin û sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. Ji birîndaran Hasan Şeyh Muhammed ê ku ji serê xwe bi giranî birîndarbûyî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê hate kirin. Endamên YPG'ê yên bi navê Haci Şeref û Muhammed Alî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê, Alî Bozyîgît ji Nexweşxaneya Zanîngeha Harranê, Ciwan Mahmut jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê hate kirin. Endama YPJ'ê Mizgîn Muhammed jî bi seatene li Deriyê Sînor ê Kobanê tê sekinandin û sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin.
(zt)
