Ziyaretci herikîn konê berxwedanê yê Pirejmanê
14:47
JINHA
AMED – Ziyaretên li konê çalakiyê yê ji bo piştevaniya berxwedana Lîcê ya li hemberî çêkirina qereqol û kalekolan hatî despêkirin di roja 9 an de berdewam dike.
Konê Vîna Însiyatîfa Gel ya Demokratîk ya ku li gundê Pirejman yê girêdayî navçeya Dîcle ya Amedê hatî vedan di roja 9’emîn de berdewam dike. Konê berxwdanê ji aliyê rêveberên BDP’ê yên Pîran, Erxenî, Gêl û Çermik jî di navê de şaredar û bi hezaran gel jî heyî hat ziyaret kirin. Li herêma kon pankartên weke “Em berxwedana Lîcê silav dikin”, “Em şoreşa Rojava silav dikin” û “Bi nasnameya azad ber bi Kurdistana azad” li gel wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alayên PKK û KCK’ê hatin vekirin. Li qadê duruşmên weke “PKK gele gel jî li vêderêye” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Li cihê kon bi hezaran welatiyên kombûn di fetarê de rojiya xwe şikandin. Piştî fetarê jî di kon de sînevizyon hat nîşandan. Panelên girêdayî Konê Vîna Însiyatîfa Gel ya Demokratîk hatin çêkirin.
Çalaki heta derengiya şevê berdewam kir.
(zt)

