Li Êlihê ‘komxebata aboriyê’ hat lidarxistin
14:58
JINHA
ÊLIH - Li Êlihê rêxistinên xwecihî û civaka sivîl, ji bo Konferansa Aboriya Demokratîk a di meha Îlonê de wê li Wanê bê lidarxistin xebateke atolye li dar dixin. Di atolyeya ku Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel axaftina vekirinê kir û paşê ji çapemeniyê re girtî dewam kir, mijarên, av, enerjî û bi madenvaniyê re civaka ekolojik û aborî tê destgirtin.
Ji bo Konferansa Aboriya Demokratîk a di meha Îlonê de wê li Wanê pêk bê, atolyeyên amadekariyê tên lidarxistin. Li Wanê rêveberiyên xwecihî û Koordînasyona Bajêr a TMMOB ya Êlihê bi dirûşmaya, “Em aboriyeke demokratîk û civakî bi hev re ava bikin” xebateke atolye ya mijarên enerjî, av û madenvaniyê digire dest pêk tîne.
‘Emê li hemberî pirsgirêkan çareseriyan pêşbixin’
Di xebata atolyeyê ya li Konukevî ya Şaredariya Êlihê de tê lidarxistin, odeyên pîşeyî, ekolojîst, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak tevlî dibin. Axaftina destpêkê ya xebata atolye ji aliyê Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel ve hat kirin, Gulistan got: “Di Atolyeya Enerjî, Av û Madenvaniyê de emê pirsgirêkên çavkaniyên enerjiyê yên li herêma û Rojhilata Navîn bên destgirtin dê çareseriyan pêş bixin.”
(zt)

