Li Efrînê welatiya bi navê N. M hewil da xwe bikuje

16:19

JINHA


EFRÎN– Welatiya bi navê N. M. a ji Efrînê şevê din hewl da xwe bikuje.


Çavkaniyekê ji Asayîşa Jinan a navçeya Şêrewa ya Efrînê re diyar kir ku şevê din welatiya bi navê N. M. ji ber pirsgirêkek bi malbata hevserê xwe re guleyek li xwe xist û hewl da xwe bikuje. N. M. li ser vê yekê rakirin nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê û niha di odeya çavdêriya awarte de ye.


Li gorî bijîşkan rewşa N. M. hê jî metirsîdar e û di van du rojan de dê diyar bibe. Lêpirsînên Asayîşa Jinan a navçeya Şêrewa hê jî berdewam in.


(zt)