Li cihên şopên şer hene ji nû ve jiyanê avadikin
08:50
Bêrîtan Elyakut - Melek Yuksel/ JINHA
ŞİRNEX – Berî niha 30 salan gundê wan hatiye bombekirin, sewalên wan hatine telafkirin û mirovên wan hatine qetilkirin. Gundiyên gundê Şirîş yên ku ji ber cerdevanî ne pejirandine rastî hemû cureyên îskencê hatine, dixwazin êdî bi azadî vegerin ser gundê xwe. 30 mal niha vegeriyane ser gundê xwe li gel hemû êşên bîranînên berê jî hewil didin li wê bijîn, tenê daxwaza wan girtina mafê xwe yê jiyanê ser gundê xweye.
Gundiyên gundê Şîrîş yên ku ji ber ne pejirandina pergala cerdevaniyê di sala 1984’an de gundê wan hat şewitandin. Ji wê demê heta sala 1994’an li ser wan şidet, îskence û bombebaranên gund berdewam kirin. Gund di sala 1994’an de bi tehdîdên leşkeran yên weke “yan gund vala bikin yan jî emê we tevan bikijin” gundê xwediyê 300 malan bi cîh hêlan û hemû gundiyan koç kirin. Di sala 2012’an de 30 mal cune li wî gundê xerabe hemû cihê derbeyên hewanan û fîşegan de bi êşên demboriyê re ru bir u dijîn. Ji gundiyên vegeriyane ser axa xwe Cindî Şen diyar kir ku ji dema avabûna komarê heta niha tundiya ser wan berdewame.
‘Li gel îskenceyê jî cerdevanî ne pejirand’
Cindî da zanîn k udi sala 1984’an de dewletê pergala cerdevaniyê ser wan ferz dikir lê wan ne pejirand û got: “Ji ber me vê daxwaza wan ne pejirand em hemû mirovên gund li cihekê kom kirin û l ime xistin. Li gel hemû cureyên îskenceyê jî me pergala cerdevaniyê ne pejirand.” Cindî destnîşan kir kul i gel van hemû tundî û îskenceyan jî di 18’ê hezîrana sala 1994’an de hêzên dewletê zozanên me bombebaran kirin û bi hezaran sewalên me telaf kirin, li gel wan jî me gelek xizmên xwe jî wenda kir û wiha got: “Em dan zorê ku em gundê xwe berdin. Derketin zozanên me em bombebaran kirin û paşê jî gundê me şewitandin. Piştî vê bûyerê em çun gundê Repin. Ez û birayê xwe em ji wê çun Enqerê û me giliyê xwe ji berpirsan re got. Me ji wan re hemû ya bi serê me hatî heta şewitandina gund û ji gund derxistina m eme ji bo wan got. Ez û birayê xwe em 10 rojan li Enqerê man û cardin vegeriyan Şirnexê.”
‘Gelek gundî qetilkirin’
Cindî derbirî ku wê demê berî ku haya dewletê ji wan hebe, ew vegeriyan ser gundê xwe û ew cihên xirabe hinek çêkirin û têde runiştin û wiha domand: “Di wê navberê de keşifên hewayî hebûn. Dû balefir ser gund re digeriyan. Paşê wan balefiran gund bombe kirin, li dibistan gund xistin. Di encamê de Emîne Şengul, Hukumet Şengul û Zana Şengul giran birîndar bûn. Gelek kesên malbata Huseyîn Şerif birîndar bûn. Gundiyan bil ez gund berdan. Cardin du balefir hatin û gund bombebaran kirin. Ne tenê nava gund êdî derdorê gund jî bombe kirin welatiya bi navê Meryem Şen qetilkirin. Welatiyê bi navê Salîh Şen jî gundê xwe ne berda di hindirê gund de ma û di dema bombebaranê de ew jî di hindirê mala wî de qetilkirin.”
‘Dema ku em ji gund direvîn di riya me de yên hatîn qetilkirin hebûn’
Emîne Şen jî ruyê şer yê herî giran û xirab wiha tîne ziman: “Dema ku leşkeran ser gund de girtin em reviyan. Destê lawê min di destê midebû, leşkeran xwestin destê wî ji destê min derxînin û bibin, lê min ji bo vê destur neda. Li ser serê me firokeyên cengê digeriyan, gund bombebaran kirin û gelek gundî qetilkirin û gelek jî birîndar kirin. Di wê navberê de em hemû revîn. Gundên derdorê jî li hewara me hatin. Hemû tiştên em ji destê me kirin, gundê me şewitandin û wêran kirin. Li ser van hemû êşan em neçarman gundê xwe berdin. Dema ku em direviyan me di rê de gelek gundiyên hatîn qetilkirin dîtin. Em hemû neçarî koç kirinê bûn. Em cardin vegeriyan ser gundên xwe, me dest bi çandiniyê û weke berê jiyana gund kiriye em dixwazin bi azadî bijîn. Em dixwazin bê tirs jiyan bikin.”
‘Di dema bombebaranê de min zaroka xwe ya 3 rojî wendakir’
Fedîle Şen jî bilêv kir ku wê di dema bombebaranê de xwesitye zaroka xwe ya 3 rojî biparêze lê nekariye û zaroka wê jiyan xwe ji dest daye û wiha axaftina xwe domand: “Di dema bombebaranê de min zaroka xwe ji landikê de girt û ez reviyam. Ez bi erdê ketim û serê min şikest. Ji ber toz û dumana bombebaranê zaroka min ya 3 rojî xeniqî û di destê min de jiyana xwe ji dest da. Zarokê min yê yek salî jî birîndar bû. Bavê hevserê min jî jiyana xwe jidest da.” Fadîle anî ziman ku hîna ew qêrênên gundiyan yên di dema bombebaranê de li ber guhê wêne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû ew tiştên min jiyan kirî hemû weke filîmekê li ber çavên min re diçin û tên. Piranî dikên wiha mirov di dikên filîmên şer de dibînin. Piştî bombebaranê gundên derdorê li hewara me hatin. Birîndar girtin û birin derman kirin. Ji wê rojê heta niha ez her dem nexweşim. Herdem serê min diêşe, çavên min xemam dibîne û guhên min jî giran bûne.”
(zt)

