Saziya Jinên Êzidî Hêvî ji bo têkoşîna jinên Kurd semînerek dan

09:25

JINHA


CELLE - Saziya Jinên Êzidî Hêvî, li ser pirsgirêkên jinan û têkoşîna jinên Kurd a ji bo azadiyê bi beşdariya aktîvîsta mafên mirovan Reyhan Yalçindag Baydemîr semînerek lidar xist.


Semînera ku bi mijara "Mafê Jinê, Mafên Mirovan" duh hat lidarxistin, ji Federasyona Komeleyên Êzdiyan, Meclîsa Jinên Êzidî û mala Êzidiyan a Celle'yê piştgirî dît. Aktîvîsta mafên mirovan Yalçindag Baydemîr di panelê de bal kişand ser pirsgirêkên jinên Kurd ên di nava civakê de dijîn û têkoşîna jinên Kurd a li dijî zordestî, tundî zilm, îşkence û neheqiyê. 


Di heman rojê de li Mala Êzidiyan a li Celle'yê jî li ser rewş û pirsgirêkên jinên Kurd ên Êzidî semînerek hat lidarxistin. 


Her du semîner bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Celleyê hatin lidarxistin.


(zt)