'Kobanê ne xeniqîne' zarok û jin dibin mexdurê lîstokan...
10:59
Gulşen Koçuk - Melek Yuksel / JINHA
RIHA – Şerê kul i Kobanê berdewam dike hema li hembû deverên wê badora şer hîsdikin. Ji ber sedema şer gundê Ziyaret yê girêdayî navçeya Çeraplusa Kobanê ji ber sedemên şer hat valekirin. Saniye Nebi ya ku ji gundê Ziyaret yê ketî destê DÎAŞ’ê xilasbûyî diyar kir ku wê hevserê xwe yê felc nekariye xilas bike û din av destê çeteyan de hêlaye û hîna jê tu agahîn negirtiye. Zaroka mexdura şer Gulistan Brahîm jî da zanîn ku tenê dexwaza wan vegera li gundê xweye.
Li hemaberî êrîşên li kantona Kobanê ya Rojava berdewam dike dê gelê li herêmê dijîn jî hemû dakevin ser sînorê navçeya Bêrûcigê ya Rihayê. Gundê Ziyaret yê ku girêdayî Navçeya Bêrûcigê ya Rihayêye tam li ser sînore, li wî gundî hema aliyê dinê yê sînor û şerê li wê berdewam dike dixwiyê. Gundê Ziyaret li peravê çemê Firadêye ji 9’ê Tîrmehê heta niha di nobetêdene. Ji cihê nobetê navçeya Çerplus ya Kantona Kobanê dixwiyê. Welatî li cihê nobetê êrîşên çeteyên DÎAŞ’ê dibînin û şahidiyê jêre dikin. Hat hînbûn ku 6 gundên derdora navçeya Çerplus ê ketine destê çeteyên DÎAŞ’ê. Her wiha xefikên li pêşiya YPG’ê jî didanin tên dîtin. Çeteyên DÎAŞ’ê bombe ser gelê li nobetê de jî reşandin û wesayîtek bombeberkirî li cihê derbasbûna YPG’ê danîne. Yek ji 6 gundên ketiye destê DÎAŞ’ê jî gundê Ziyarete. Ji ber êrîşên çeteyan gundiyan bi zor canê xwe rizgar kirine û ji gund derketine. Saniye Nebi ya 70 salî ji gundê Ziyaret ber bi aliyê Bêrûcigê ve reviyayî û canê xwe xilaskirî tiştên ji destê çeteyên DÎAŞ’ê dîtîn vegot.
Hevserê wê yê felc bi tena serê xwe di gund de ma
Saniye destnîşan kir ku berî niha 7 rojan dema ku bihîstin êrîşên çeteyan berbi gund tên hema ji gund derketine û ber bi aliyê Bêrûcigê ve reviyane. Saniye derbirî ku ew nizane sedema ketina gund ya çeteyan çiye, lê dema ku ketine gund mal û wesayîtên gundiyan weke yê xwe bikar anîne. Saniye anî ziman ku wê hevserê xwe yê felc li wê hêlaye ji ber nedikarî wî xilasbike, hevserê wê ketiye destê çeteyan û got: “Ez nizanim hevserê min jiyan dike yan na. Ez reviyam hatim li vêderê lê ez jî ne saxim. Nexweşiya min ya dil heye.” Saniye derbirî ku ji derveyî hevserê wê kesekdinê di gund de nemaye.
‘DÎAŞ’ê êrîşî gund kirin’
Saniye diyar kir ku hevserê wê felcbû tenê bi alîkariya wê û gopal dikarî rabe ser xwe, ew bi xwe nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî bîne cîh. Saniye da zanîn ku dema ew ji gund derketiye fikiriye carekedinê veger gund, hevserê xwe jî xilas bike û wiha got: “Lê dema ku em derketin hîna em pir dur neketin hem ali peyî mede çeteyên DÎAŞ’ê ketin hindirê gund. Bi şev gelek dengê çekan dihat. Ez ji gund derketîm heta niha dema ku qala gund dikim hema dilê min hişk dibe û ez nikarim bi peyîvim. Ez bang li DÎAŞ’ê dikim heger serê mirovan jêdikin û mirovna tînin cîhanê wêdemê ev nimêja ku em dikin ji bo çiye?”
‘Heta DÎAŞ hebe em nikarin biçin gundê xwe’
Yek ji zarokên bûye mexdura şer jî Gulîstan Brahîm ya 9 saliye. Gulistan ku berî niha heftiyekê gundê xwe bi cîh hêlaye reviyaye wiha qala gundê xwe dike:
“Em demê paşîvê rabûn me dît gundî hemû di revin. Em jî rabûn ber bi aliyê Bêrûcigê be hatin me dît hemû gundiyan xwe gihandine vêderê. DÎAŞ’ê mal, wesayît sewal, çêl û her tuştên me birin, tuştek ji bom e nehêlan. Gundê me gelek xweşbû. Em derdiketin ji derve lê li vêderê em nikarin xwe bilivînin. Li gund niha tenê kalikê min maye. Kalikê min bi tena serê xwe maye û li gel wî telefon jî nîne. Em nikarin biçin li wê. Dema em biçin dê me bigirin heta diya me û bevê me tên, dema ku ew hatin dê wana bigirin. Em dixwazin DÎAŞ ji gundê me derkevin. Em ji derveyî wê tuştekî dinê naxwazin.”
(zt)

