Li Bexda êrîşa çekdarî: Piraniya wan jin 29 mirî
11:05
JINHA
BEXDA - Li paytexta Iraqê Bexda, komên çekdar êrîşî du avahiyan kirin. Herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa li hemberî semta Zayuna li dijî du avahiyên ku tê îddîakirin têde fihûş tê kirin yên jiyana xwe ji dest dane bi piranî jin in.
Li gor daxuyaniya rayedarên Iraqî, di êrîşa semta Zayuna ya li rojhilatê Iraqê de herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne. Rayedarekî ji bo êrîşa şevê din got, “Me li her cihî cenaze dîtin” û diyar kir di êrîşê de gelek kes bûne hedef. Heta niha kesî êrîş negirtiye ser xwe, hin nişticehên semtê yên ji Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP)’ê re axivîn, îdîakirin ku di wan avahiyan de fihûş dihat kirin. Di nûçeya AFP’ê de li ser deriyekê yek ji avahiyên rastî êrîşê hatiye nivîsa, “Qadera her cure fihûşê ev e” bal kişand.
Di êrîşê de ji 29 kesên jiyana xwe ji dest dane 20 jin in. Hin kesên ji AFP’ê re axivîn, îdîa kirin ku êrîş ji aliyê milîtanên Şîî yên li hember fihûşê xwedî helwestên tund in pêk hatiye.
(zt)
