Ayla Ozsoy li Setnbolê hat qetilkirin

11:09

JINHA


STENBOL - Li Bagcilar a Stenbolê Ayla Ozsoy a bi malbata xwe re ji mevandariyê vedigeriya malê, ji hundirê maşîneyekê rastî êrîşa çekdarî hat. Ayla jiyana xwe ji dest da.


Li gor agahiyên hatine wergirtin; Ayla Ozsoy (42) dema bi hevser û xizmên xwe re ji mevandariyê vedigeriyan malê li ser Cadeya Osmangazî ji maşîneyekê rastî êrîşa çekdarî hat. Tê gotin ku di maşîneyê de 3 kes hebûn. Ayla Ozsoy a guleyek li eniya wê ket, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.


Cenazeyê Ayla rakirin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, polîsan têkildarî bûyerê dest bi lêkolînê kirin. 


(zt)