Li Mêrdînê amadekariyên Konferansa Aboriyê tên kirin

11:45

JINHA


MÊRDÎN - Li Mêrdînê Atolyeya Amadekariyê ya Konferansa Aboriyê ya Demokratîk pêk hat. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol axaftina vekirinê ya atolyeyê kir û destnîşan kir ku ev atolye ji bo Konferansa Aboriyê ya Demokratîk a meha Îlonê li Wanê bê lidarxistin, amadekarî ye û got: “Em dixwazin hemû pirsgirêkên di xizmeta civakî de li gelemperiya Kurdistanê tên jiyîn binirxînin. Em dixwazin qada xizmeta civakî ne weke 'navgîneke kontrola civakê' weke navgîneke 'zêdekirina hêza cewherî û azadiyê' binirxînin û bi vê ferasetê bihûnînin.”


Atolyeya Konferansa Aboriyê ya Demokratîk ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, TTB û KESK'ê ve hat organîzekirin, li Otelya Maridin'ê pêk hat. Di atolyeyê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredarê Artûklû Emîn Irmak, akademîsyen Bulent Kuçuk, Ceren Ozselçûk, Bariş Dîkîlîtaş, Serîf Derînce Ilgin Erdem û Azîze Aslan, nûnerên Komeleya Tûrîzmkaran, Egîtîm-Sen, SES, Weqfa Mezopotamya, TTB, Meclîsa Astengdaran, Sarmaşik, Genel-Î, TMMOB, Komeleya Karsazên Jin, odeyên pîşeyî, sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl û ekolojîst amade bûn. 


‘Emê hemû pirsgirêkên li gelemperiya Kurdistanê tên jiyîn binirxînin’


Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol axaftina vekirinê kir û da zanîn ku ev atolyeya wan, ji bo Konferansa Aboriyê ya meha Îlonê li Wanê pêk were, amadekarî ye. Febrûniye da zanîn ku ji bilî Mêrdînê wê 4 atolye û 3 komxebat li bajarên cuda bi derdorên pêwendîdar re were lidarxistin û wiha got, "Atolyeya me ya Xizmetên Civakî ne atolyeyeke tenê ji bo Mêrdînê ji bo tevahiya Kurdistanê ye. Em dixwazin hemû pirsgirêkên di xizmeta civakî de li gelemperiya Kurdistanê tên jiyîn binirxînin. Em dixwazin qada xizmeta civakî ne weke 'navgîneke kontrola civakê' weke navgîneke 'zêdekirina hêza cewherî û azadiyê' binirxînin û bi vê ferasetê bihûnînin. Bi feraseteke xwedayî û beşdariya demokratîk re xizmeta civakî çawa dikare bê hilberîn? Yek ji pirsên sereke yên em li bersiva wan digerin, ev e."


Li dû axaftina vekirinê Atolyeya Amadekariyê ya Konferansa Aboriyê ya Demokratîk bi şêweyê ji çapemeniyê re girtî, dewam kir. Sernavên bingehîn ên li atolyeyê bên nîqaşkirin; nêzîkatiya giştî li polîtîkayên civakî, nêzîkatiya li polîtîkayên perwerdeyê, tenduristiyê û nêzîkatiya li çand, tûrîz û mîrateya çandî ne.


(zt)