Li Şirnexê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:54
Tîrmeh
13
/ 2014
JINHA
ŞIRNEX – Li Hezexê cenazeyê jinek nasnameya wê ne diyar hat dîtin.
Li navçeya Hezexê yê Şirnexê cenazeyê jinek berî niha 20 rojan bi kêran hatî qetilkirin û nasnameya wê ne diyar hat dîtin. Di saetên serê sibê de dema welatiyekê cenaze ferq kir hema agahî da polîsan. Di lêkolîna despêkê ya dozgeriyê de hakt dîtin ku jina hatî qetilkirin 30 saliye û ser laşê wê gelek şopên kêran hene.
Cenazeyê jina berî niha nêzî 20 rojan bi darbê kêrê hatî qetilkirin ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edli ya Amedê.
(zt)
