Çalakiya dayîkan di roja 26’emîn de berdewam dike
12:21
JINHA
AMED – Çalakiya dayîkên ku zarokên wan li çiyan û di girtîgehan de ya bi sedema di pêvajoya çareseriyê de ji bo pirsgirêka kurd gav avêtinê li Amedê hatibû despêkirin di roja 26’emîn de berdewam dike. Dayîkan diyar kirin ku polîs wan aciz dikin û gotin: “Serê sibê em bi dengê telsizên wan ji xwê şiyar dibin. Her dem ji bo tundiya derunî li ser me bikin li derdora me digerin. Welatiyên ku dixwazin bên ziyareta me li nasnameyên wan dinêrin. Lê bila baş bizanin tu şidet û tundî nikarin me bidin rawestandin.”
Çalkiya dayînên ku zarokên wan ji ber bê çareseriya pirsgirêka kurd derketine çiyan ji bo di aliyê çareseriyê de gav bên avêtin hatibû despêkirin di roja 26’emîn de berdewam dikin. Dayîk bi biryar çalakiya xwe berdewam dikin û çalakiya wan ji aliyê welatiyan ve tê ziyaretkirin. Dayîkan diyar kirin ku her roja diçe malbatên nû beşdarî wan dibin û hijmara wan zêde dibe. Dayîkan dan zanîn tenê daxwaza wan di aliyê hikumetê de gav avêtine.
‘Em cîhanek têde aştî deshilat dixwazin’
Dayîkan anî ziman ku dê çalakiya xwe bi biryar berdewam bikin û wiha gotin: “Tenê daxwaza me ser vê erdnîgariyê zimanê aştiyê pêşbikeve. Şer ji êşê zêdetir tuştek neda me. Em êdî naxwazin tu dayîk êşa wendakirina weledan bibîne û rondikên çavan bibarîne. Niha rewşa Rojhelata Navîn din ava şerekêdene. Din ava van şeran de jî herî zêde jin û zarok jiyana xwe ji dest didin. Em bi xeyala cîhanek têde şer qediyayî û bi tevayî aştî deshilat dixwazin. Em jin ji bo bidawîbûna vî şerî tekoşînê dikin.”
‘Dixwazin bi tundiya derunî me bixîne’
Dayîkan destnîşan kirin ku polîs wan rehet nahêlin, li derdora wan digerin û tundiya derunî ser wan dikin û wiha domandin: “Her welatiyên tên parkê û derdikevin polîs nasnameya wan dipirsin. Dixwazin gel j ime dur bikin. Em serê sibê zu bi dengê telsizên wan şiyar dibin. Bi wesayîtên xwe yên zirxî derdora me digerin û tundiya derunî ser me dikin. Tenê daxwaza me aştiye. Çima evqas ji daxwazên aştiyê nerehet dibin? Em naxwazin xwîn birije, dayîk rondikan bibarînin. Tu tundî nikarin me ji daxwazên me yên aştiyê dur bixin.”
(zt)

