Ji bo Rojava kampanyaya 'Bila wijdan hişyar bibin'
13:17
JINHA
AMED - Platforma Komeleya Herêmê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kantona Kobanê şermezar kir û Platformê Şemsettîn Koç diyar kir wan kampanyaya 'Bila wijdan hişyar bibin' destpêkirine û tevî gel ji bo alîkariya Kobanê dawetê hêstiyarê dikin û got: "Bila gelê me ji bo tendûrîstî û piştgiriya xwarinê ji gelê Rojava û Kobanê re alîkar bibe. Hikûmeta Kurdistana Başûr bila bi feraseta netewbûnê xwedî li gelê Rojava derkeve û deriyên sînor veke. Bila Kurdistana Başûr li hemberê êrîşan bêdeng nemîne. Di serî de Netewên Yekbûyî û tevî hêzên navnetevî, hêzên herêmî bila ji vê trajediya mirovatiyê bêdeng nemînin û alikarî bikin."
Platforma Komeleyên Herêmê ji bo balê bikşîne ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê li awahiya Kongreya Civaka Demokratîk daxûyaniya çapemeniyê da. DÎAY-DER, Komeleya Mazidag, Komeleya Çewlikan, ŞÎVÎ-DER, Komeleya Licêyiyan, Komeleya Farqîna KESK, Komeleyan Omeriyan, Komeleya Çermikiyan, Komeleya Erxeniyan, Komeleya Narlica ya Kulpiyan, Komeleya Evdalê Pîr Sultan, Komeleya Pasûriyan tevlî daxûyaniyê bûn. Di salonê de panqarta "Bila wicdan hişyar bibin, ji bo piştgiriya Rojavayê dest bidin hev" hat daliqandin.
‘Jiyana Kobanê jiyana Amedê ye’
Di serî de rêvebirê DÎAY-DER'ê Zahît Çîftkuran diyar kir Kobanê dilê Kurdistanê ye û hêzên navnetewî bi destê çeteyên DAIŞ'ê dixwazin berxwedana Kobanê bişkinin. Çîftkuran anî ziman hêzên êrîşkar dixwazin gelê Kobanê bi birçîbûn û tîbûnê terbîye bikin û wiha got: "Ceyran û nanê gelê Kobanê tune. Ew bi bawerî û bi berxwedana xwe li piyan e. Jiyana Kobanê jiyana Amedê ye. Bila gelê Amedê gelê Kobanê tenê nehêle."
'Di şer de herî mexdûr jin û zarok in'
Li ser navê Komeleyan Çewlîkiyan Şemsettîn Koç diyar kir ku bi salane hêzên emperyalîst û hêzen statûkoyê li Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe, dewlemendiyên bin erdê û ser erdê hawirdora pêvçûnê zindî girtin e. Şemsettinî Koç anî ziman ku 3 sale bi piştgiriya hêzên navnetewî û hêzên hegemonîk ya heremê di Sûriyeyê de şerê navxweyî hatiye derxistin û wiha got: "Li Rojava di serî de kurd li hemberî kuştin û qetlîman hêza sêyemîn ya demokratîk xistin dewreyê û têkoşîn dan. Ji aliyê din çeteyên DAIŞ'ê ku xwedî feraseta qetlîam û dijî mirovahiyê ye bi çekên giran êrîşê gelên ku li ber xwe didin kir. Ev hêzan bi rojane 3 aliyê Kobaniyê dorpeç kirine û bi êrîşan pirsgirêkên tendûrîstî, cîhbûyîn û xwarin û vexwarinê derketiye holê. Di vê mijarê de jî mexdûriyeta herî mezin jî jin û zarok dikişînin."
'Bila Başûr li hemberî êrîşan bêdeng nemîne'
Şemsettîn da zanîn ku bila Tirkiye piştgiriya xwe ji çeteyên DAIŞ'ê qût bike, deriyên sînorê ji gelê Rojavayê re veke û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila gelê me ji bo tendûrîstî û piştgiriya xwarinê ji gelê Rojava û Kobanê re alîkar bibe. Hikûmeta Kurdistana Başûr bila bi feraseta netewbûnê xwedî li gelê Rojava derkeve û deriyên sînor veke. Bila Kurdistana Başûr li hemberê êrîşan bêdeng nemîne. Di serî de Netewên Yekbûyî û tevî hêzên navnetevî, hêzên herêmî bila ji vê trajediya mirovatiyê bêdeng nemînin û alikarî bikin."
(zt)

