Muzîsyenan li hemberî mêtîngeriya keda xwe banga hestiyariyê kirin

09:10

Derya Ceylan-Nurcan Yalçın/JINHA


AMED – Muzusyenên Amedê diyar kirin k udi van salên dawî de li salonên dawetê û restorantan muzîka kurdî bûye amêra lîstokan û şanaziyê. Muzîsyenan dema mexdurbûna muzîk û muzîsyenên kurdî vegotin. Solîst Nusret Îçlî diyar kir ku niha karê muzîsyeniyê weke karek erzan tê dîtin û li hemberî pirsgirêkên ku muzîsyen jiyan dikin banga hestiyariyê kir.


Muzîka kurdî bi salên demdirêj weke muzîka qedexe ya gelê qedexe xwe gihandiye heta roja îro. Di roja me de li hemberî pirsgirêkên ku muzîk û muzîsyenên kurd jiyan dikin tu kedek ji bo lêhurbûna wan û çareseriya wan pir nayê dayîn. Bi tayîbetî jî di van 20 salên dawî de ranta ser muzîka kurdî dihat kirin di van 5 salên dawî de jî ser muzîsyenên kurd tên kirin. Muzîsyenên Amedê dan zanîn ku nirxên muzîkê yên hatîn avakirin ne bê xwedîne û divê keda ku wan daye li ber çavan bê girtin.


‘Divê bal bê kişandina ser pirsgirêkên muzîsyen dijîn’


Solîst Nusret Îçlî destnîşan kir ku divan salên dawî de muzîka kurdî li salonên dawetê, restoran û kafeyan bûye amra lîstokan û şanaziyê û got: “Di serî de Amed li her deverê her ku diçe hijmara muzîsyenan zêde dibe. Nihal i herêmê kîtleyek ya muzîsyenan çêbûye lê pirsgirêkên dijîn li ber çavan nayên girin û ji bo çareseriyê hewildan kêmin. Tu ewlehiya muzîsyenên kurd di aliyê tenduristî û civakî de nîne.”


‘Muzîsyenên kurd bi hêzek kar ya kêm tên xebitandin’


Nusret balkişand ser bi hêzek kar ya kêm karkirina muzîsyenan û wiha got: “Dema ku muzîsyenên kurd ji bo kar diçin bajarek dinê din ava wesayîtan de dirazin. Dema ku karê wan diqede bi wî awayî vedigerin. Bi vî awayî em bi êş û pirsgirêkên ku muzîsyan dijîn re ru bi rune. Ji ber paya me hemûyan di vê kêmaniyê de heye. Weke kom diçin Edene, Mêrsîn, Konya, Stenbol û Bursayê weke karkerên demsalê di şertên jiyanê yên zor de dixebitin û paşê vedigerin.”


‘Em li hemberî pirsgirêkên xwe hestiyarbûnê dixwazin’


Nusret bilêv kir ku divê muzîsyen hemû bên bahev û wiha domand: “Her roja ku diçe muzîk û muzîsyenên kurd dikevin nava rewşek ya biêş. Ji ber wê jî muzîsyenên k udi ber muzîka kurdî de kedên mezin dane û rojên zor derbaskirine niha di rewşeke zor denin.”


‘Ji ber dolarên suxte muzîsyen nikarin pere qazanc bikin’


Elî Turga yê ku 23 salan di koma koroyê ya Muzîkên Gel ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê de cîh girtî û niha emeklî bûyî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Di roja me de salonên dawetê zêdebûne û bi zêdebûna wan re nirxê muzîka kurdî ketiye û ji şêweyê muzîkê derketiye. Li nava Amedê û navçeyên wê bi dehan salonên dawetê hatine vekirin. Di van salonan de rantek ketiye ser muzîsyenan. Ji ber di van 5 salên dawiyê de ji ber dolarên suxte muzîsyen nikarin pereyan qazanc bikin. Salon li ser pişta muzîsyenan diçe û tu karekê jî ji wan salonan nakin.”


‘Divê li hemberî keda muzîsyenan rêz bê nîşandan’


Elî şertên xebata muzîsyenan ya zor bibîr xist û wiha berdewam kir: “Tu ewlehiya muzîsyenan di aliyê tenduristî û civakî de nîne. Ji ber sîgorteya wan jî tuneye. Bêguman weke ku keda muzîsyenan di avêde çuye. Bi salan û mehan perwerdê ser beşê xwe dibînin û li ser dixebitin. Ji ber wê jî divê ji keda wan re rêz bê giratin.”


‘Divê muzîsyen dibin banekê de bicivin’


Elî anî ziman ku yek ji sedema muzîsyen nikarin berhemê keda xwe bigirin jî ji ber berbelavbûna wane û wiha pêde çu: “Di salên dawî de mafê muzîsyenan tê binpêkirin. Ji ber wê jî divê muzîsyen dibin banekê de bicivin. Ev dibe komeleyek yan jî cemiyetek êdî nizanim lê divê teqez dibin banekê de bicivin. Divê bikarin dengê xwe li hemberî bêmafiya li salonên dawetê ser wan tên kirin bilind bikin.”


 (zt)