Di aliyê erdnîgarî û dîrokî de giringiya Kobanê
09:35
Zehra Tunç/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi despêkirina şoreşa Rojava ya dibin pêşengiya jinan de Kobanê jî serî rakir û xwe ji bin pencên dagirkerên welatê xwe rizgar kir. Di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de hemû saziyên wê li gel bajar bi giştî kete destê kurdan. Kobanê di şoreşa Rojava de xwediyê rol û giringyek mezine. Ji ber wê giringiya wê jî ber bi 2’emîn salvegera rizgariya Rojava ve DÎAŞ’ê êrîşî Kobanê kir. Di despêka meha Tîrmehê de çeteyên DÎAŞ’ê ji hemû aliyan ve êrîşî ser Kobanê kirine û ev 14 rojin berxwedana Kobanê berdewam dike. Li hemberî DÎAŞ’ê gelê Kobanê bi xweseriyê xwe diparêzin.
Ji dema ku rojavayê Kurdistanê ji bakur hate qetandin heta niha gelê rojevayê Kurdistanê her tim himbêza xwe ji hemû şoreş û şoreşvanên beşên din û bi taybetî jî yên Bakurê Kurdistanê re vekiriye. Şervanên Kurd ên Berazî li gel Osman Sebrî li hember Tirkan çalakî pêk di anîn û hewl dan xwe bigihînin şoreşa Agirî. Serokê eşîra Beraziyan Şahîn Begê Mîran di avakirina komela Xûybûn de rolek sereke girtiye. Di heman demê de, gelê Kobanê weke hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Herêma Federala Kurdistanê jî kirine. Di havîna sala 1979’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bakur derbasî rojevayê Kurdistanê bajarê Kobanî bû. Paşê Kobanê bû dergehê herî girîng ê derbasbûna partizanên PKK’ê. Bi vî awayî Kobanê bû yekem qada ku himbêza xwe ji şoreşa PKK’ê re vekiriye. Bi hezaran keç û xortên Kobanê beşdarî şoreşê bûn. Bi sedan ji wan xwîna xwe ya pak di riya azadiyê de rijandin û bi hezaran jî hîn li serê çiyayên Kurdistanê şer dikin. Kobanê di riya azadiyê de gelek zarokên xwe yên weke Şîlan Baqî, Dîcle, Akîf, Halim, Sebrî û Perwîn daye.
Wateya navê Kobanê
Li gorî gelek kesan navê “Kobanî” ji gotina Îngilîzî Company hatiye. Di salên 1910-1920’an de Kampaniya Elmanî ya ku rêya hesin ya Trêna di navbera Berlîn û Bexdadê de li vê heremê bi cî bûye. Ji çiyayê Miştenûrê yê nêzî gundê Helincê kevirên reş ji bo rê derdixistin û dibirin. Pişt re jî, navê Kompanî dibe Kobanî û heta niha jî wisa tê gotin. Lê dewleta şoven ya Ereban navên weke “Eyn El-Ereb” ango kaniya Ereban an jî çavê Ereban li Kobanê kirine.
Erdnîgariya wê
Kobanê ser sînorê Suriye û Tirkiyê li Başurê Rojavayê Kurdistanê cîh digire. Li hemberî navçeya Pirsusê ya Rihayêye. Nêzî 160 km li bakurê rojhilatê Helebê ye. Li rojihilatê Firadê di navbera wê û Firadê de 30 km heye. Firehiya xaka kobanî; 3000,23 km2 ye. Li gorî serjimêriya dewletê ya sala 2000’an şêniya wê bi qasî 204,653 yane. li gorî nexşeya Kurdistanê, Kobanê û herema deşta Pirsus ê yekser bi Rihayê ve girêdayî ye. Kobanê 100 km dûrî bajarê Rihayê ye û girêdayî bajarê Helebêye, ji navenda Helebê 150 km dûre. Li bakurê wê Riha li başûrê wê bajarê Reqayê, li rojhilatê wê Girê Spî, li rojavayê wê Herêma Cerablusê û çemê Feratê heye. Kobanê bi piranî deşta rast e, deşta Pirsusê û hinek çiyayên ne bilind hene, wekî: çiyayê Miştenûr 600 m. çiyayê Qerebekir, Çiyayê Xan-Mamed, çiyayê Reş in. Di herêma kobanê de çem kêmin, hin kanî hebûn wek kaniya Ereban û kaniya Mişidê, lê niha çikayî ne.
Çanda jiyana wê ya civakî
Gelê Kobanê hemû Kurdên Kurmanc in. Hîna bi kevneşopiyên xwe yên kurdîtiyê yên weke heremên din têkiliyên xwe bi Ereban re pir kêmin. Jinên wan hîn cilên Kurdî, Zerduştî yên bedew weke Xeftan, Bervank, Sixme, Kiras, Ebe û ji bo serî jî, Şar, Hibrî, Kom û kofî bikar tînin. Mêr jî cilên Ereban; keras, çefî û egal li xwe dikin. Hîn jî gelek kesên ku cilên kurdewarî; Şal, Şapik û êlek li xwe dikin hene. Mirovên Kobaniyê dilgerm û rugeşin. Di aliyê mêvanperwerî de jî çanda kurdewariyê ya kevnare berdewam dikin û mêvanperwerin. Piranî çanda herêmê nêzi ya Rihayê ye, hîn Bêhtir nêzî eşîrên Rihayê yên Êzîdî ne. Gelek rewşenbîr, hunermend û nivîskarên mezin ji nav wan derneketine. Gelek dengbêjên weke Baqî Xido, Hafizê Kor, Misoyê Bekebûrê û Xidirê Hebeşê hene. Di nava herêmê de gelek serpêhatiyên di seranserê Kurdistanê de binav û deng yên weke serpêhatiya Eyşana Îbê û Bozan begê jî hene. Dengbêj Baqî Xido jî, yek ji dengbêjên Kurdan ên ku klama Derwêşê Evdî bi awayekî herî baş gotin ye. Jixwe dengbêjê mezin Baqî Xido li hemû Kurdistanê tê nas kirin. Her wiha jî hin dengbêj û sazbendên navdar hene wek: Ehmedê Çep, Reşîd û Xalid Sofî, Miço, Baran û Ze’îm Kendeş, Kardox Beyro, Siyamend Oskullî. Di aliyê sazbendiyê de jî, kemancê Hemedê Dûman û tembûra Hemedê Hadî hene.
Êl û Eşîrên wê
Li Kobanê û derdora wê eşîra herî mezin, eşîra Beraziye. Ev eşîr li Riha û navçeyên wê Pirsus, Serê kaniyê, bajarê Sileymaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê, Libnan û bajarê Hemayê de jî hene. Heta di tevahiya Kurdistanê de eşîra Beraziyan ya herî mezin û herî belavbûye. Di aliyê derve de ji hemû endamên fedresyona vê eşrê re Berazî dibêjin, lê ew di nava xwe de bi hoz û qebîlên xwe, xwe dinasînin. Di nava wê de jî gelek êl û qebîle hene weke; Mîran, Kêtikan, Şêxan, Oxî, Zirwar, İlêdînî, Şedadî, Mief, Dinan, Qereberkeran, Pîjiyan û Bêşkan in. Şahîn Begê Mîran û birayê wî Bozan Begê Mîran di avakirina Komeleya Xoybûnê de rolek sereke leystine û şervanên Kobanê yên Berazî li gel Osman Sebrî çend çalakî li hemberî Qereqolên tirkan pêk anîne.
Navçe û Gundên wê
3 navçeyên wê hene; Şêxler, Şîrîn û Celebê ne û zêdetirî 321 gundên wê hene. Hinek ji gundên wê evin; Helinc,Tilêcib, Tilxezal, Bozîk, Xanmemed, Sixur, Qilhedîd, Qinê, Qûmlix, Girik, Şeran û Şêranêne. Piraniya navên van gundan bi Kurdî ne, lê dewleta Ereb a şovenîst nave van hemû gundan guhertiye û kiriye erebî. Di salên dawiyê de gelek gundên Kobanê ji bajêr hatin qutkirin û bi navçeyên Ereban ên derdorê ve hatin girêdan. Di van gundan de gelek bermayên dîrokî yên kevnar hatine dîtin û ji aliyê dewletê ve guheztine bajar û muzexaneyên Ereban. Weke 2 şêrên kevirîn ên mezin ji gundê Şêranê birine bajarê Reqqa ya Ereban. Li çiyayê Miştenûrê gelek şkeftên dîrokî hene. Şkefta herî bi nav û deng jî, şkefta Qîzîkane. Her wiha gelek goristan û ciyên pîroz hene. Wek ziyaretê Xanmamed û Kurikê hene. Heta salên nêz li bajêr dêra Ermeniyan jî hebû.
Aboriya wê
Li herêmê dar û daristin kêmin, bi piranî çandiniyên salane tên çandin, wek: Pembû, genim, nîsk, nok, bacan, îsot, ceh, kuncî, misir, buharat, zebeş û gelek berhemên din. Van salên dawiyê jî çandiniya daranên weke fistiq, mişmiş, mêw, henar û hêjîr pêşketiye. Di van salên dawiyê de xwedîkirina sewal û dewaran jî kêmbûye. Herî zêde ciwan bi xwendin û xebatên derveyî Suriyê re mujul dibin. Bi piranî li Libnan, Îraq, Tirkiyê, Cezayîr, Tunîs û Ewropayê dixebitin. Di heremê de ji ber ku dewlet fabrîqe, dibistan û navendên xebatê ava nekiriye, gelê herêmê her tim derdikevin derveyî welêt. Di aliyê hesinkarî, çêkirina makîneyan û aletên hesin de, kobanî gavên pir mezin avîtine. Gelek fabrîqeyên biçûk yên taybet hene. Niha jî weke navenda çêkirina makîne û aletan lê hatiye. Lê polîtîkayên dewleta Suriyê ya ku her tim xêr û bêran ji herema Kurdan derdixe û dibe li heremên Ereban çêdike. Welatî bîrên avê bi santajan dikolin. Sektûra kolandina bîran bi piranî di destê wan de ye. Jêdera wan a sereke ya aboriyê jî, ji wê sektûrê ye.
Di Şoreşa Rojava de Kobanê
Bi despêkirina şoreşa Rojava ya dibin pêşengiya jinan de Kobanê jî serî rakir û xwe ji bin pencê dagirkerên welatê xwe rizgar kir. Di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de hemû saziyên wê li gel bajar bi giştî kete destê kurdan. Kobanê hem ji ber dîroka xwe ya kevneşopiya kurdewariyê û hem jî ji ber erdnîgariya xwe ya sitratejîk di şoreşa Rojava de xwediyê rol û giringyek mezine.
Ji ber rol û giringiya wê ya dîrokî di şorerê de bi nêzbûna 2’emîn ser sala rizgariya Rojva re di despêka meha Tîrmehê de çeteyên DÎAŞ’ê ji hemû aliyan ve êrîşî ser Kobanê kirine û ev 14 rojin berxwedana Kobanê berdewam dike. YPG/YPJ jî bi parastina rewa parastina gelê Kobanê dikin. Sedema êrîşên DÎAŞ’ê ser Kobanê jî hem ji ber erdnîgariya wê ya cuda û hem jî ji ber kevneşopiya wê ya berxwedanê bûye. Li hemberî êrîşên DÎAŞ’ê yên ser Kobanê seferberî hatiye îlankirin û li her derê gel piştevaniya Kobanê dikin.
(zt)

