Şertên jiyana girtîgehan girtiyên nexweş berbi mirinê dibin
09:44
Melek Yuksel /JINHA
AMED – Her roja ku diçe di girtîgehên herêmê û Tirkiyê de rewşên nerênî tên jiyîn û li gel wan jî rewşa girtiyên nexweş berbi xirabiyê diçe. Yek ji van jî Meryem Soylu ya 55 salî, 12 sal û 6 meh ceza girtiye… Meryem hem ji ber temenê xwe yê mezin, hem ji ber nexweşiyên xwe û hem jî ji ber mercên girtîgehê di şertên giran de dijî. Ji ber nexweşiya zirawê divê bê emelyat kirin, lê her dem emelyata wê paş dedixin û dê di 16 tîrmehê de emelyat bikin.
Di sala 2011’an de dema ku Meryem Soylu ya 55 salî li Amedê rêvebera BDP’ê bû bi hincetên weke “Alîkariya rêxistinê kiriye” û “Endama rêxistinêye” hat girtin. Du sal dadgeha wê dewam kir û di dawiyê de 12 sal û 6 meh ceza danê. Meryem hem ji ber temenê xwe yê mezin, hem ji ber nexweşiyên xwe û hem jî ji ber mercên girtîgehê di şertên giran de dijî. Ji ber nexweşiya zirawê divê bê emelyat kirin, lê her dem emelyata wê paş dedixin û dê di 16 tîrmehê de emelyat bikin.
4 sal 4 sirgun!
Keça Meryem Fatma Soylu diyar kir ku di dema dadgeha diya wê berdewam dikir de her dem ji girtîgehekê sirgunî girtîgehek dinê dikirin û got: “Di sala 2011’an de dema ku diya min rêvebera BDP’ê bû hat girtin. Du sal dadgeha wê dewam kir û di dawiyê de 12 sal û 6 meh ceza danê. Di 6 mehên despêkê yên nû hatî girtin de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedêbû. Paşê bêyî sedemekê nîşan bidin sirgunî Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê kirin. Piştî li wê jî 6 mehan ma sirgunî Girtîgeha Sîncanê kirin. Li wê jî nêzî salek û nîvê ma vê carê jî sirgunî Girtîgeha Gebzê kirin.”
‘Salek cezayê hucrê danê’
Fatma da zanîn ku dema diya wê li Girtîgeha Sîncanê bûye salek cezayê hucrê dane wê û wiha got: “Ji ber cezayê hucrê, bi tenê di yek hucrê de dima nexweşiyên giran pêre derketin. Din ava wê salê de hem di aliyê fîzîkî û hem jî di aliyê derunî de gelek ket û hem jî nexweşiyên nû pêre derketin. Di gurçik, mîde û pişta wê de nexweşî hene. Piştî salekê cezayê hucrê êdî sinir sîstemî pêre çêbûye û her dem qirîzê derbaz dike.”
‘Her dem roja emelyata wê diguherînin’
Fatma destnîşan kir ku nexweşiyên giran yên diya wê hene, her dem bi hincetan tedawiya wê paş dixin û wiha domand: “Ji ber nexweşiya zirawê diya min her dem dikeve û wê radikin nexweşxanê. Dibê bê emelyatkirin lê ji ber zirawa wê întihab girtiye hincetan nîşan didin û amelyat nakin. Herî dawî dê di 9’ê tîrmehê de emelyat kiribana, lê bi hincetên hîna întihaba wê ziwa nebûye hat paşde xistin emelyata wê. Ji ber wê emelyata 3 salin nayê kirin hefteyek dinê jî paşde xistin. Dê vêcarê di 16’ê Tîrmehê de emelyat bibe.”
‘Ji ber çukên nexweşiya xwe qêran dide’
Fatma anî ziman ku ji bo diya wê emelyat nekin dixwazin bi dermanan wê bidin rawestandin û wiha berdewam kir: “Ji ber derman pir bandorê li nexweşiya wê nakin her dem ew dikeve û bi zorê digihînin nexweşxanê. Demekê pir xirab ket û ew rakirin Nexweşxaneya Kocaeliyê, dem amin bihîst min bil ez xwe gihand li wê û min xwest ez diya xwe bibînim. Lê ji bom in weke hincet destura dozgeriyê girtin nîşandan û diyar kirin ku ezê bê destura dozger nikarim diya xwe bibînim. Ji ber wê ez çum dozgeriyê. Bi nîv saetê destura dozgeriyê min karî ez diya xwe bibînim. Rewşa wê pir nebaşbû. Ewqas çukên wê hebûn ku ji ber êşa canê xwe qêr dikir. Li gel wê jî kes bi wê re mijul nedibûn.”
‘Bila girtîgeh bên valakirin!’
Fatma bilêv kir ku şertên girtîgehê dibin jiyana mirovan dene û wiha pêce çu: “Li gel temenê diya min ya mezin û nexweşiyên wê jî cardin di girtîgehê de tê hiştin. Em dixwazin girtîgeh valabibin û di serî de girtiyên nexweş hemû girtî derkevin.”
(zt)

