Berxwedan Birecikê ya ser sînor di roja 6’emîn de berdewam dike

11:01

JINHA


RIHA – Çalakiya kon ya li gundê Ziyaret yê Bîrecigê yê ser sînor li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ser kantona Kobanê di roja 6’emîn de berdewam dike.


Çalakiya kon ya li gundê Ziyaret yê navçeya Bîrecigê yê ya Rihayê ser sînor li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ser kantona Kobanê di roja 9’ê Tîrmehê de hatibû despêkirin di roja 6’emîn de berdewam dike. Her ku diçe piştevaniya ji bo çalakiya kon zêde dibe. Parlementer, hevşaredar, endamên meclisên şaredariyan, DBP, HDP û gelek saziyên civakiyên sivîl kon ziyaret dikin. Her roja diçe hijmara konên tên vedan jî zêde dibin. Berxwedana kon dê heta gundên Kobanê yên DAÎŞ’ê ketînê jê derkevin û êrîşên DAÎŞ’ê yên ser YPG/YPJ’ê ne qedin dê berdewam bike. Li herêma nêzî konên ser sînor asayîşa KCK’ê heye lir ê dinêre. Li herêma konên berxwedanê peyamên ji cihên  dinê hatine, alayên PKK, KCK û YPG’ê hatine hildan.


Ji cihê çalakiya berxwedanê topên ku DAÎŞ di avêje ser mewziyên YPG/YPJ’ê dixuyê. Dê hunerêmendên weke Ferhat Tunç, Suavî, Pinar Aydinlar, Servet Kocakaya û gelek hunermendên weke yên NÇM’ê yên naskirî dê biçin cihê çalakiyê.


 (zt)