Hunermendên kurd yên NÇM’ê meşiyan ser sînorê Rojava

12:19

JINHA


AMED – Hunerêmendên NÇM’ê bi boneya piştevaniya gelê Kobanê li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê meşiyan ser sînorê Rojava. Beriya meşê hunermendan daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê hunermendê NÇM’ê Farqîn Azad ve hat xwendin. Farqîn got: “Berxwedan Kobanê vîna me ya netewiye. Em di serî de bang li KDP, ciwanên kurd û hemû gel dikin bila piştevaniya berxwedana Kobanê bikin.”


Gelek Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ê yên ji 45 bajarên herêmê û tevahiya Tirkiyê hatin li Amedê civiyan, ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê li hemberî DAÎŞ’ê dê bimeşin ser sînorê Rojava. Berî hunermend bikevin rê bi boneya çalakiya xwe li ber Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxweîn daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ji sedî zêdetir hunermend amadebûn. Li ser navê Hunermendên NÇM’ê Farqîn Azad daxuyanî xwend û wiha got: “Em niha bi hêz û vîna 32’emîn salvegera çalakiya 14’ê Tîrmehê ya hevalên rojiya mironê Kemal Pîr, M. Hayîrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek dijîn.”


Bêdeng mayîn alîkarî dayîna wehşiyeta tê kirine’


Farqîn balkişand ser êrîşên DAÎŞ’ê yên ser Rojava û wiha domand: “Ev axa pîroz ya ku mirovatiyê ser azadî dîtiye ji aliyê hêzên emperyal ve tê dagirkirin. Berxwedan Kobanê vîna me ya netewiye. Em di serî de bang li KDP, ciwanên kurd û hemû gel dikin bila piştevaniya berxwedana Kobanê bikin. Kobanê vîna meya werin em bi hev re li vîna xwe xwedî derkevin.”


Piştî daxuyaniyê hunermendan duruşmên weke “Şehîd namirin”, Bijî berxwedana YPJ’ê” û “Bijî berxwedana YPG’ê” bilind kirin. Paşê jî hunermend bi dehan wesayîtan ketin ser rêya sînorê Rojava.


 (zt)