Siyasetmendarên kurd bi boneya alîkariyê dayîk ziyaret kirin

12:38

JINHA


AMED – Hesan Huseyîn Ebe û Şaredarê berê yê Peyasê Zulkuf Karatekin dayîkên ku zarokên wan ji ber neçareseriya pisgirêka kurd derketin çiya û wan bi wê bûneyê dest bi çalakiyê kirine ziyaret kirin.


Çalakiya dayîkên ji ber neçareseriya pirsgirêka kurd zarokên wan derketî çiyan ji bo di aliyê çareseriyê de gavên erênî bên avêtin li Parka Bîrdariyê ya beranberî Walîtiya Amedê dest bi çalakiya runiştinê kirine, di roja 27’emîn de bedewam dike. Çalakiya dayîkan ji aliyê polîsan ve tê şopandin û dayîk ji wan tevgerên wan ne rehetin. Hesan Huseyîn Ebe û Şaredarê berê yê Peyasê Zulkuf Karatekin dayîkên ku zarokên wan ji ber neçareseriya pisgirêka kurd derketin çiya û wan bi wê bûneyê dest bi çalakiyê kirine ziyaret kirin.


‘Ezê her roj dayîkan ziyaret bikim’


Hesan Huseyîn diyar kir ku çalakiya dayîkan ji bo gelê kurd rewşek ya rometêye û got: “Em piştevaniya vê çalakiya dayîkan ya bi romet dikin. Min biryar daye misafirên ji ber derketina min ya ji girtîgehê tên mala me, ezê bînim li vêderê bi dayîkan re wan birêbikim. Ezê her roj dayîkan ziyaret bikim. Em ji bo jiyanek biromet û azad li qadanin.”


 (zt)