KCD: Dayîka Hatîce milîtanek ya azadiyê bû
13:02
JINHA
AMED - KCD'ê ji ber wefata Hatîce Altûn dayika Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn sersaxî ji malbatê û tevahiya gelê Kurd xwest.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser wefata Hatîce Altûn dayika Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn û Endama Dîwana Serokatiya KCD'ê û Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn peyamek weşand û sersaxî xwest. Di peyama KCD'ê de wiha hat gotin: "Dayika Hatîce a ji salên 1974-75'an heta dawiya emrê xwe, ji Kemal Pîr, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta Mazlûm Dogan, ji Cemîl Bayik heta Dûran Kalkan ji gelek kadroyên pêşeng re mêvandarî kir, bi zarok û tevahiya malbata xwe re mîna milîtaneke têkoşîna azadiyê xebitî û dilxwaziya azadiyê her tim anî ziman. Wefata Altûn ji 7 heta 70'ê salî tevahiya gelê Kurd ji dil êşandiye.Em dibêjin bila rehma Xwedê li Dayika Hatîce be, êşa Endama Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Nûrhayat Altûn weke hevalên wê yên têkoşînê ji dil parve dikin, ji malbatê û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."
(zt)
