Sembolên aştiyê

10:23

 


Leyla Ayaz / JINHA


Jin tucaran baweriya xwe ya ji bo aştiyê naqedîne, hêvî dike ku rojek kevoka aştiyê li ser asoyên welatê bindest jî bifire, bi per û baskên xwe li ser hemû mirovahiyê baweşîne. Li cîhanê gelek tevger, kes, grûb û însiyatîf ji bo aştiyê xebat kirin. Navê gelekan di dîrokê de derbas dibê lê gelek nav jî di rûpelên dîrokê de winda bûne.


 *Dayikên Aştiyê: Dayikên kurd li ser axa pîroz her tim bi dilekî şewat û şikestî ji bo aştiyê xebatan dikin. Dema ku li herêmê pevçûn zêde bûn dayikan pêdiviya parastina zarokên xwe kirin û ketin nav govenda aştiyê. Ji Geverê bigire heta Stenbolê, li Mêrsinê heya başûrê Kurdistanê meşiyan.


*Dayikên Şemiyê: Di sala 1995 an meha gulan da 30 dayikên kurd biryar dan ku ew dê her roja Şemiyê bên ber Lîsa Galasarayê li zarokên xwe yên hatî revandin digerin. Heya îro jî bê navber çalakiya xwe didomînin.


  *Koma Aştiyê: Li cîhanê kevok, şitila zeytûnê û desmalên spî bûne sembolê aştiyê. Lê kurd ji bo aştiyeke mayînde grubên xwe yên azadiyê li şûna kevok firandin. Lê grubên aştiyê, ji hêla tirkan ve heta îro nehate qebûl kirin. Di nava dilê her kurdekî endamê gruba aştiyê de evîndariya aştiyê heye. Hatina 3 komên aştiyê ji bo aştiyê gelekî girîng bû, lê niha jî gelek endamên grûbê di girtîgehê de nin.


  *Bûka Aştiyê: Hunermenda Îtalî Pippa Baca ji bo balê bikişîne ser welatên mexdûrên şer, cilên bûkaniyê li xwe kiribûn. Bi otostopê ji di 8’ê Adara 2008’an de ji bajarê Milano yê Îtaliyayê derket rê. Lê, piştî ji 4 welatan derbas bû, li Tirkiyeyê hate kuştin.


  *Mertala Aştiyê: Rachel Corrie ya amerîkî, endama Tevgera Piştgiriya Navneteweyî ya grûba aştiyê bû. Corrie li dijî xirab kirina mala malbeteke Filîstinî di bin buldozerê ma û jiyana xwe ji dest da. Corrie ji bo mala malbateke filîstinî ji xirabkirinê rizgar bike bedena xwe kir mertal.


  *Partiya Aştiyê: Laura Jane Addams, her tim li dijî bê edeletiyê û şîdetê têkoşîneke bê navber da. Di sala 1915’an de li gel hemû zextan ‘Partiya Aştiyê ya Jinan’ avakir. Her wiha bi tevlibûna 3 hezar jinan mitîngek organîzekir. Di sala 1915’an de Komeleya Jinan a ji bo Aştî û Azadiya Navneteweyî li Hollandayê ava kir. Adams dest bi turneya aştiyê kir.


  *Pîrikên 68 Salî: Li Îngilîstanê pîrika 68 salî Helen John û Sylvia Boyesa 62 salî li dijî îstasyona leşkerî çalakiyek li dar xistin. Her du pîrik ji bo aştiyê wê çalakiyê li dar xistin û gotin heke hevce bê dê ji bo aştiyê bikevin girtîgehê jî.


  *Cilên Wan Sîmgeya Aştiyê ye: Navên wan yên kod ‘Jinên pembeyî’yê. Li kolanên Hîndistanê bi cilên xweyê pembeyî li dijî şer meş li dar xistin. Bi 20 jinê meş dest pê kirin û heta dawiya çalakiyê bûn 250 jin. Cilên wan bû sîmgeya aştiyê.


  *Ne tenê bo kurê xwe: Kurê Cindy Sheehana amerîkî di şerê Iraqê de jiyana xwe ji dest da. Lê dayika wî Cindy Sheehan tu caran wê mirinê qebûl nekir û li dijî wî şerê û ji bo aştiyê ket nava hewldanan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xist.


  *Nobedarên Aştiyê: 144 jinên endamên Tevgera Aştiyê ya bi navê li Îsraîlê Jinên Reşîk ji bo aştiya cîhanê têdikoşîn grûbek avakirin. Ji bo aştiyê li hev civiyan û meşeleya aştiyê vêxistin. Tevgera aştiya ji bo jinên Rojhilata Navîn nobet girtin.


  *Dayikên Arjantinî: 30 hezar Arjantinî di navbera salên 1976 û 1983’an ji hêla dagirkeran ve hatin windakirin û hatin kuştin. Dayikan li dijî serdestiya dagirkeran grûbek ji dayikan pêk tê (Dayikên Plaza de Mayo) hatî avakirin.


  *Tura Aştiyê ya bi Bisîkletê: Li 30 welatan nêzî 250 jin li dijî şerê Rojhilata Navîn derketin ‘Tura Aştiyê’. Tura bisîkletê ya aştiyê de Halepa Suriyeyê heta Ramallaha Filîstinê dom kir. Bo aştiya Rojhilta Navîn ketin nava hewldanan.


  *Grûba Şitila Zeytunê: Di sala 1940’an de li Îngilistanê 150 jin bi navê ‘Grûba çiqil Zeytunê ya Aştiyê’ ava kirin. Di şerê yekemîn de salek der bas nebibû jinên amerîkî, îngilizî, alman û awusturyayê nêzî 500 jin li herêmên şer derketin û çûn Laheya Holandayê û bo aştiyê ketin nava hewldanan.


  *Tora Aştiyê: Jina bi navê Monrovia Freetown ‘Tora Aşitiya Jinan ya Mano River’ avakir. Berxwedana wan jinan berxwedaneke pasîf nebû. Di nava çalakiya wan de dirûtina lihêfan hebû.


 (la)