Gultan: Divê kurd diderbarê aboriya xwe de bibin xwediyê mafê gotinê
08:55
Derya Ceylan / JINHA
ÊLIH – Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gulten Kişanak diyar kir ku di çarçoveya ‘Atolyeyên ji bo Amadekariya Konferansa Ekonomiya Demokratîk’ giringin û got: “Feqîrî ne qedera gelê herêmêye. Ji bere w xwediyê hemû dewlemendiyên ser xak û bin xak yên vê herêmêne. Dê li vêderê amadekariyên hilberînê bên kirin. Di van amadekariyan de teqez divê gotina gelê Kurdistanê di van mijaran de derbasdarbe.”
Kongra Civaka Demokratîk, Odeya Pîşesaziyê ya Ticaretê û 3 şaredariyên bajarên mezin di çarçoveya xebatên “Atolyeyên Amadekariya Konferansa Ekonomiya Demokratîk” aboriya herêmê bidin ser masê. Atolyeyên ku ser dewlemendiyên serxak û binxayê yên li herêmê heyî dinirxînin. Yekem xebata wan ya atolyeyan jî li Êlihê despêkir. Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gulten Kişanak jî beşdarî atolyeyên amadekariyê bûn rewşa aboriya herêmê nirxand.
‘Herêm ji dîroka xwe ya rastî durketiye’
Gultan bibîrxist ku herêm xaka herî dewlemend ya niştecîhbûnên mirovan yên despêkêne, lê niha gelê herêmê gelên herî feqîrin di aliyê aboriyê de û wiha got: “Li Kurdistanê feqîrî, bê karî û li gel van jî rewşa hilberînê di astek gelek kêmdene. Mixabin li Kurdisatnê çandinî û sewalvanî li ber tunebûnêye. Di encamê de aborî hatiye ber hilweşînê. Lê di dîrokê de ji ber ava zêde ya van deran çandiniya despêkê li vanderan hatiye kirin. Şaristanî li van herêman pêşketiye.”
‘Heta ku em xwe di aliyê aboriyê de bihêz nekin emê nikarin pirsgirêkên xwe çareserbikin’
Gultan da zanîn ku êdî feqîrî weke qedera gelê herêmê hatiye dîtin û divê bil ez li vêderê sazumaniya aboriyê bê guherîn û wiha domand: “Em bi gelê xwe re dikarin carekedinê li ser xaka berhemhêner carekedinê heza hilberînê avabikin. Ji ber wê jî emê van binirxînin û konferansa aboriyê li darbixin. Rêya despêkê ya diçe konferansa me xebatên atolyeyanin. Li Êlihê me atolyeya yekem bi mijarên dewlemendiyên serxak û binxak yên Kurdistanê lidarxist. Ev mijarek gelek giringe. Ji ber heya em di aliyê aboriyê de bi hêz nebin tu şansê mey ê ku em bikarin pirsgirêkên xwe yên dinê çareserbikin nîne.”
‘Sedema tunekirina aboriya herêmê polîtîkaya mêtîngeriyêye’
Gultan destnîşan kir ku sedema aboriya herêmê di rewşa tunebûnê de ne polîtîkaya dewletê ya mêtîngere û wiha berdewam kir: “Heger em dixwezin ji polîtîkaya ser gelê kurd înkar, îmha, tunekirin, bişaftin û bê nasnamekirinê re bêjin ‘bese’, em dixwazin pirsgirêka me ya nasnameyê bê çareserkirin, em dixwazin weke gelan bijîn, em dixwazin rêveberiyên xwe yên herêmî avabikin, divê em dibin van hemû mijarên polîtîkayê de aboriyê binirxînin. Emê yên ji van hemûyan re xizmetê dikin, hemû aboriya Kurdistanê, Hêza mirovan ya eleqedar, sermaye, dewlemendiyên serxak û binxak, têkiliyên hegemonîk, van hemûyan di konferansa aboriyê de binirxînin.”
‘Divê di mijara dewlemendiyê serxak û binxak de mafê gotinê yê gelbe’
Gultan derbirî ku heta niha aboriya herêmê di destê dewletê deye, dewlet ji hemû dewlemendiyan sudê digire ji bo ku êdî gel ji wan dewlemendiyan sudê bigirin pêdivî bi sazumaniyek nû heye û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Dewlemendiyên serxak û binxak yên weke maden, çavkaniyên enerjiyê, çavkaniyên jeotermal û hemû çavkaniyên avê hemû niha di destê dewletê denin. Ev heta dawiyê mijarek şaşe û divê teqez em îtiraz bikin. Ew mirovên ku bi hezar salan li ser vê erdnîgariyê dijînin xwediyê dewlemendiyên serxak û binxak yên vê herêmê. Heger li vêderê kar û xebatek bê kirin, ji bo hilberîn bê zêdekirin şert û merc bên başkirin, teqez divê di van mijaran de gelê kurd xwedî mafê gotinêbe.”
‘Em dixwazin qedera xwe bigirin destê xwe’
Gultan balkişand ser sazumaniya nû ya di aliyê aboriyê de û got: “Dema ku hikumet di derbarê mijarekê de biryaran digire divê teqez birya û nêrînên rêveberên herêmî li ber çavan bên girtin. Divê ji nûve sazumaniyek bê çêkirin. Em dixwazin feqîrî û hejariya weke qedera me hatiye nîşandan biguherînin. Em dixwazin qedera xwe bi destê xwe diyar bikin.”
‘Em dixwazin civakek hemû nirxên xwe yên aborî bi xwe bi dest bixe bi avabikin’
Gultan anî ziman ku dê li gel derdorên kar aboriya herêmê binirxînin û wiha got: “Em hemû boriya Kurdistanê dinirxînin. Her wiha dinav de jî civaka ekolojîk, polîtîk û ehlaqî jî dixin navê û dinirxînin. Li gel van jî komîn, kooperatîf, aboriyên bikomî û aboriyên seferî avabikin. Emê civakek ya bi xwe di herî aliyî de şertên jiyana xwe avabikin û ji bo debara xwe din ava hewildanên xwetevlîkirina çalakiyê aboriyê debin avabikin.”
‘Ji bo aboriya herêmê pîşesazîbûn û hilberîn giringe’
Gultan balkişand ser giringiya hilberîn û pîşesazîbûna herêmê û wiha domand: “Em dixwazin di vê konferasê de ser aboriya giştî Kurdistanê nirxandinan bikin û refleksên civakî pêşbixin di aliyê aboriya heyîde. Ji ber feqîrî û hejarî di heman demê de mêtîngeriya kedêyejî. Ev hem bi têkiliyên kapytalîzmê û hem jî bi têkiliyên mêtîngeranin. Ji ber vê jî yên dixwazin li Kurdistanê hilberînê bikin divê li gorî hişmendiya civaka polîtîk û helakî tevbigerin. Dê hinek ji têkela konferansê jî derdorên karkerbin. Ev ji bo aboriya Kurdistanê gavek gelek giringe.”
(zt)

